Johann Kaddoro nûnerê rêxistina ciwanan a ESU´yê di biwara mijarê de ji rojnameya me re peyivî û got, di tevahiya çalakiyê de xelkê bajêr, Suryaniyan û xelkên cîran ew bi tenê nehiştine û konê çalakiyê yê li hemberê şaredariya Guterslohê heta nîvê şevê bi mêvanan û piştgiran mişt bûye.
Kaddoro îşaret pê kir ku pirr girîng e qirkirin were naskirin û hatina nûnerên civakên Kurd ji bo destekê, dîsa civakên din jî ji bo wan cihê kêfxweşiyê ye. Kaddoro got, "nûnerên siyasî yên Kurdan berpirsiyariya xwe ya di qirkirinê de qebûl dikin, lê em jî dibêjin, hin mezinên Kurdan jî bi sedan malbatên Suryanî ji mirinê xilas kirin."
"Me xwest mirovan hestyar bikin"
Peyama sereke a ESU bi vê çalakiyê ew bû ku civakên li derdora xwe hestyar bikin û li gorî wî ew di vê yekê de serketî bûne. Kaddoro dibêje, "heta niha bi agahiyên zuwa di biwara qirkirinê de aliyê insanî li paş dima, me xwest em mirovan ji nû ve hestyar bikin û em gihiştin tevahiya xelkê bajarê Guterslohê. Çapemeniyê jî cihekî girîng ji çalakiya me re veqetand." Nûnerê rêxistina ciwanan a ESU´yê wekî din got, ew dixwazin di têkoşîna giştî ya demokratîkkirin û azadkirina Rojhilata Navîn de cihê xwe bigirin, ji bo vê li meydanên lê ne di nava xelkê de kar û xebatên xebatên agahdarkirinê bikin û nexasim jî bi çalakkirina ciwanan civaka xwe bi awayekî aktîf kirin li vê têkoşînê zêde bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN