Li devera Bradostê ku li dijî hewldana dagirkeriya dewleta Tirk bûye meydana şer, dewreyeke şervanên nû, qediya. Ev şervanên hanê êdî wekî gerîlayên azadiya Kurdistanê li ser wezîfeyê xwe ne. 

 

KÛRTAY LEZGÎN/BRADOST

 
 

Govendê eskerên Tirk neparastin

   

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên gerîla agahî dan. HPG´ê got, gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 20’ê Tebaxê saet 20:30’an li navçeya Colemêrgê Şemzînanê li mintiqeya Şehîd Serhed, li herêma Govendê bi çalakiyekê 2 eskerên artêşa Tirk a dagirker kuştin.

HPG´ê ji bo qirrkirina xwezayê û daristanan bi destê dewleta Tirk jî got, “Artêşa TC a dagirker 18’ê Tebaxê li derdora herêmên Xaçalî, Rengul û Balli Mezra yên navenda Dersimê dest bi operasyoneke berfireh kir.  Operasyon heman rojê qediya. Artêşa TC a dagirker di dema operasyonê de bi zanebûn agir berda gelek herêmên daristanî. Şewata li herêmê hîna jî dewam dike.”

   

ANF/BEHDÎNAN