Li gorî agahiyên Rêxistina Sûrî ya şopandina mafê mirovan, pêr piştî nîvê şevê li taxa Dummer a Şamê erebeye bombebarkirî teqiya ye û di encamê de 3 ciwanên têde bûn hatine kuştin.Ajansa Nûçeya a Reutersê jî ku xwe dispêre agahiyên çavkaniyên herêmî ragihand ku îro tankên rêjîma Sûrî li derdora paytexta Şamê bicih bûne.

Herweha taxên Başûrê Şamê yên ku çekdarên muxalefetê lê bicih bûbûn jî, ji aliyê artêşa Sûrî ve hatine topbarankirin. Ajansê ragihand ku ji ber êrîşên bi topan yên li hemberî taxên Kefer Sûsê, Dareya, Qedem û Nehir Ayşe, 8 kes hatin kuştin. Derbarê heman mijarê de çavkaniyên muhalefetê jî diyar kirin ku ji ber êrîşa bi topan ya hêzên rêjîmê, tenê li taxa Nehir Ayşe 22 kes hatin kuştin. Çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku artêşa rêjîmê li çiyayên Qasiyûn û El Seraya topên xwe bicih kirin û ji jor ve bajêr bombe dikin.

250 kes hatin kuştin

Li aliyê din endamekî buroya ragihandina Şamê anî ziman ku çekdarên muhalefetê yên beriya demekê ji ber êrîşên hêzên rêjîmê vekişiyabûn, careke din vedigerin paytext Şamê û li deverên cuda bi cih dibin. Li taxên Tedamun û kolana Rama yên kampa Elyermûk jî şerên dijwar di navbera artêşa fermî û çekdarên muhalefetê de qewimîn. Pêr jî di encama êrîşên hêzên rêjîmê de li seranserî Sûrî 250 kes hatin kuştin. Li gorî agahiyên komîteyên herêmî yên girêdayî hêzên muhalefetê pêr li Medemiya Şamê 70 kes bi guleyên hêzên rêjîmê û pêxwasên wan hatin kuştin. Herweha hin çalakvanên siyasî ragihandin ku gelek qurbaniyên taxa Elmedemiyê hatine serjêkirin û şewitandin.
Çavkaniyên artêşa Sûrî ya Azad diyar kirin ku, li bajarê Elbûkemal ê ser sînorê Iraqê, doh hêzên rêjîmê ji avahiya ewlekariya çekên esmanî û ewlekariya siyasî vekişiyan, niha herdû avahî û navenda partiya Baas di bin kontrola çekdarên Artêşa Azad de ne.

Hewldanên dîplomatîk

Di bin navê çareserkirina pirsgirêka Sûrî de hewldanên dîplomatîk jî dewam dikin.
Alîkarê wezîrê Sûrî Qedrî Cemîl  yê ji bo hin hevdîtinan li Rusyayê ye, tevî Wezîrê karên derve yê vî welatî Sergê Lavrov civîna çapemeniyê lidar xist. Qedîr Cemîl  di civînê de anî ziman ku welatên Rojava ji bo destwerdanek li hemberî Sûrî li behaneyan digerin. Cemîl hişyar kir ku eger li hemberî welatê wan destwerdaneke leşkerî pêk were, wê ev yek bandorê li herêmê derveyî sînorê Sûrî jî bike. Rêveberê Sûrî îdîa kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne dûrxistina Beşar Esed ya ji erka serok-komariyê jî guftugo bikin û weha got: "Lê ev yek wê weke şertê destpêkê yê ji bo hevdîtinan neyê qebûlkirin."

Rusya ne alîgirê destwerdanê ye
Wezîrê karên derve yê Rusyayê Sergê Lavrov jî, destnîşan kir ku ew ê destwerdana li hemberî Sûrî qebûl nekin.Lavrov ragihand ku ji bo Konseya Ewlekariya ya Neteweyên Yekbûyî, ti hêz nikare biryara destwerdana li hemberî Sûrî bide û weha got: "Li herêmê bi zora bombeyan, demokrasî ne mumkine ku pêk were."
Endamê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yê Çînê Dai Bingguo jî diyar kir ku helwesta li hemberî Sûrî divê li gorî pîvanên huqûqa navneteweyî were destnîşankirin.

ŞAM