Di ajansa nûçeyan RojNewsê de Brîndar Kelhor li ser Komara Kurdistan a Mehabadê û ezmûna îro nivîsek weşand. Doh di ser hilweşandina Komara Mahamadê re 72 sal derbas bûn. Brîndar Kelhor di nivîsa xwe de dibêje hingê yekîtiya Kurdan a siyasî nebû, wan nekarî komarê biparêzin û îro jî hêzên siyasî yên Kurd nekarîne ji vê tecrûbeyê fêr bibin û yekîtiya xwe ya siyasî û eskerî ava bikin.
Kelhor bi bîr dixe ku Komara Kurdistanê 22’yê Çileyê 1945’an bi pêşengtiya Qazî Mihemed li bajarê Mahabadê hatibû damezrandin û piştî 11 mehan, di 17’ê Kanûna 1946’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat ruxandin.
Di dema şerê cohanê yê duyemîn de Sovyetê û Brîtanya Îran dagir kir û desthilatdariya hikûmeta navendî li ser herêmên rojavayê Îranê kêm bû. Di heman demê de Sovyetê jî piştgiriya xwe ji bo gelên bindest nîşan da. Vê yekê derfet da gelên Kurd û Azerî ku mafên xwe bidest bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mehabad Komara Kurdistan û li bajarê Tebrîz jî Komara Azerbaycan hatin ragihandin.
Di 16’ê Tebaxa 1942’yan de Komeleya Jiyaneweyî Kurdistan (JK) ji aliyê komek rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd yên wekî Hiseyîn Firuher, Ebdulrehman Zebîhî, Ebdulqadir Muderîs, Ebdulrehman Kiyanî, Sedîq Heyderî û Qasim Qadirî ve hat damezrandin. Piştî 2 salan jî sê rêveberên komeleyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Li ser vê yekê rêveberên din ên komeleyê bi Qazî Mihemed ku kaseyetekî navdar ê Mahabadê bû, peywendî çêkir û xwestin ku ew beşdarî komeleyê bibe. Qazî Mehemed di encama van peywendiyan de tevlî komeleyê bû û di sala 1945’an de li gel çend kesayetên din çû paytexta Azerbaycanê Bakûyê. Li wê derê hevdîtin li gel Serokwezîrê Azerbaycanê Cehfer Baqruv kirin û daxwaza pitşgirî û alîkariya Sovyetê ji bo damezrandina Komara Kurdistanê kir.
Komar hat ragihandin
Piştî ku şande ji Bakû vegeriya, JK navê xwe wekî Hizba Demokrata Kurdistan gehurt. Sovyetê piştgirî da Qazî Mihemed. Bi vî rengî di 10’ê Kanûna 1945’an de Hizba Demokrat a Azerbaycan bi serokatiya Cehfer Pîşewerî li Tebrîzê Komara Azerbaycanê ragihand.
Piştî 5 rojan bi heman awayî hêzên artêşa Îranê ji Mehabadê hatin derxistin û di roja 22’yê Çileyê 1946’an de Komara Kurdistan li Mehabadê hat ragihandin. Komarên Kurdistan û Komara Azerbaycan di nava peywendiyên xurt de bûn.
Sovyetê pişta xwe Kurd û Azeriyan vegerand
Lê belê Sovyet li ser alîkariya xwe nema. Piştî ku hêzên Sovyetê di Hezîrana 1946’an de vekişiyan, hêzên Îranê dest bi êrişên li dijî Komara Azerbaycanê kir. Ev yek bû sedem ku peywendiya Komara Kurdistan bi Sovyetê re qut bibe. Komara Kurdistanê di aliyê aborî û eskerî de nekarî êdî alîkariyê bistîne.
Li gorî Brîndar Kelhor, Komara Kurdistan hewl dida ku yekîtiya Kurdan ava bike û dixwest ku eşîrên din ên Kurd tevlî Komarê bibin, lê nikarî vê piştgiriyê ji eşîrên Kurd wergire. Komarê ji ber vê çendê nekarî sînorê xwe ji Mukriyan û derdora Mehabadê zêdetir berfireh bike. Dema ku Sovyetê Komar bi tenê hişt, eşîrên ku destpêkê bi komarê re bûn jî êdî bi ti awayekî pitşgiriya Qazî Mihemed nekir.
Li gel van bûyeran, artêşa Îranê jî êrişî Komarê kir. Di 17’ê Kanûna 1946’an artêşa Îranê xwe gihand navenda bajarê Mehabadê ku paytexta komarê bû. Hinek serokeşîr ji herêmê reviyan, lê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê li ber xwe dan. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan Qazî Mihemed ji bo ku pêşiya komkijiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir. Piştî wê di 31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên wî li Meydana Çarçira ya Mahabadê hatin darvekirin.
Desteka derve nebû
Brîndar Kelhor bi Mamostayê Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Silêmanî Pişko Mihemed Tahir re li ser sedemên hilweşandina Komara Mahabadê peyivî û wî jê re got, “Bitenêhiştina komarê ya ji aliyê Sovyetê ve û siyaseta dewletên mezin sedemên sereke yên ruxandina komarê bûn.” Li gorî Kelhor, “ev yek jî nîşan dide ku xala herî girîng ewe ku Komara Kurdistanê pişta xwe bi hêzên derve girêda bû.”
Li gorî çavdêrê Siyasî Elî Kerîmî jî ku bi Kelhor re peyiviye, “Kurd niha jî li ser heman rêyê bêplan siyasetê dikin. Kurd bi giştî di aliyê siyasetê de lawaz in.”
NAVENDA NÛÇEYAN