Di navenda bajarê Reqayê de di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran rû didin. Di şer de doh sibehî 14 çete hatin kuştin.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja xwe ya 112ʹyan de dewam dike û şervanên QSDʹê derbên giran li çeteyan dixin û bi pêş ve diçin. Li taxên El-Emîn, Hena, Çerxeriya Neyîm û Çerxeriya Dele yên navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran doh sibehî rû didan.

Di heman demê de li taxa Nehda ya rojavayê navenda bajarê Reqayê jî şervanên QSDʹê bipêşveçûna xwe ya ber bi mizgefta El-Îmam El-Nûrî ve dewam dikirin. Li taxa Endelus a li bakurê bajêr jî di nava şervanan û çeteyan de şer rû da. Di şer de ku doh dewam dikir, li tax û deverên navbirî danê sibehî 14 çete hatin kuştin. Lê encamên paşê hîna nehatibûn eşkerekirin dema nûçeya me dihat amadekirin. Di şer de hat ragihandin ku 400 guleyên ARG´ê jî ketine destê şervanan. 


 REQA