Li 5 taxên Reqayê yên rojava, rojhilat û bakur şer diqewime û di encama şerê pêr de jî 17 çete hatin kuştin. Hemleya rizgarkirin Reqayê di roja 75`an de dewam dike. Di vê çarçoveyê de doh nîvro li taxa Mansûr a rojhilatê bajêr şerekî demkî rû da di encamê de 7 çete hatin kuştin û erebeyeke bombebarkirî hat ruxandin. Dîsa li heman aliyî, li taxa Reşîd jî şer qewimî û 6 çete hatin kuştin.
Li taxa Berîd a bakur rojhilatî bajêr jî şer rû da, li vir jî yek jê segvan 4 çete hatin kuştin. Dema nûçeya me dihat amadekirin, şer li hersê taxên navbirî û li aliyê rojava li taxên Mirur û Nehda ji nû ve dest pê kiribû û dewam dikir.
ANHA/REQA