Dizaynçêkerê grafîkê Yazdan Saadî yê li Tehranê, dest pê kiriye û hunerê xwe li ser maskeyan çêdike. Di van maskeyan de ew fîgurê Ristemê Zal û şerê wî yê li dijî Hûtê Spî xêz dike. Lê guhertineke heye; ev Hutê Spî êdî Hûtê Vîrusa Koronayê ye. Rustem geh bi rima xwe û geh bi gurzê xwe şerê Hûtê Vîrusa Koronayê dike û zora wê dibe. Ew her wiha figurê Kawayê Hesinkar jî dixe malê Ristem. Êdî şaşiyê dike, yan bi qest dixwaze fîgurên xwerû ji mîtolojiya Kurdî jî bixe malê Tehranê em nizanin; lê di wê epîzodê de Ristem (ya rastî Kawayê Hesinkar) serê Dehaqî jê dike, lê di devê wî re du marên din derdikevin. Hunermend dibêje, ew nîşana vîrusa koronayê ne.

 

 TEHRAN