Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand, ku li Amed, Şirnex û Colemêrgê di çalakiyên li dijî artêşa Tirk de 22 esker hatin kuştin.

Navendê da zanîn ku 25’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker li gundê Reşanê yê Licê, gundên Zilek û Berbuş ên Hezroyê û gundên Mala Çalê, Mala Gir, Hindês, Şêlima û Cumatê yên Farqînê dest bi operasyoneek berfireh kiriye û wiha dewam kir: “Hêzên me, 27’ê Cotmehê saet 09:10´an li nêzî gundê Hindêsê dor li yekîneyeke operasyonê girt. Hêzên me xwe gihandin heta nêzî yekîneya dijmin û ji du baskan ve li eskerên dijmin da. Di encama vê derbê de ku ji nêz ve hate lêdan 8 esker hatin kuştin, gelek esker jî birîndar bûn.” 

Gerîlayan heman rojê li geliyê Berbuş ê navçeya Hezroyê bi sabotajê derb li yekîneyeke operasyonê xist. Bi teqandina teqemeniyên li 2 çeperan bicihkirî 8 esker hatin kuştin û 4 esker jî birîndar bûn.  

HPG´ê da zanîn, operasyona dagirkeriyê derbên giran xwarine 28’ê Cotmehê têkçûyî qediyaye.

HPG´ê got, gerîlayan 28’ê Cotmehê saet nava rojê li 2 girên li herêma Deriyê Beroj a Şirnexê derb li çeperên eskerên tirk xistin û 3 esker kuştin.

HPG´ê da zanîn ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de, gerîlayan 28’ê Cotmehê li navçeyên Gever û Çelê yên Colemêrgê çalakî li dijî artêşa Tirk li dar xistin. Gerîlayan danê sibehî li çeperên li ser girê Koordîne yê Çelê xist, lê hejmara kuştiyên dewleta Tirk nehatin zelalkirin.

Gerîlayan heman rojê li girê Şehîd Elîşêr ê li Geverê, bi 2 çalakiyên sûîqestê 2 esker kuştin. Wekî din heman rojê li girê Şehîd Cûdî yê li herêma Petrut a Çelê bi çalakiyekî eskerekî din ê Tirk hat kuştin. 


 ANF / BEHDÎNAN