ŞIRNEX: Li Şirnexê gelek kes ji bo nimêja înê ya sivîl bikin li qada li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev. Di nimêjê de polîsan gelek tedbîrên berfireh girtin. Mela Setî Îdîn bi Kurdî weaz da û piştî weazê nimêja înê hate kirin.
SİLOPÎ: Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê jî gelek welatiyan li ber avahiya xizmeta şaredariyê nimêja înê kirin. Rêveberên BDP'ê, Wekîlê Şaredar Husnu Yildirim, endamên Meclisa Şaredariyê û gelek welatî tevli nimêjê bûn. Nimêj ji aliyê Mela Hesene Sîpîndarok ve hate kirin.  
CÎZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî hefteya borî ji ber berf û baranê di avahiya 6 kat de nimêja înê kirin lê vê hefteyê bi bin rojê de li ber avahiya BDP'ê ya Cizîrê nimêja înê kirin. Nêzî 3 hezar welatî tevli nimêjê bûn. Mela Saît Ozdemîr bi Kurdî weaz da û pişt re nimêja înê da kirin.
AMED: Li Amedê jî welatî li Suka bin erd a Selahattîn Eyyubî ya li Derê Çiyê ji bo nimêja înê hatin cem hev. Berî nimêja înê ji ber Mewlîda Qendîlê, mewlîd hate xwendin. Pişt re Mela Mehmet Emînoglu, bi Kurdî weaz da û bal kişand ser kesên bê sûc di girtîgehan de.
BÎSMÎL: Li navçeya Bismîlê ya Amedê jî qada li ber parqa Halîl Îbrahîm Oruç nimêja înê hat kirin. Mela Feyzî Yavuz Kiliç bi Kurdî weaz da û pişt re jî nimêja înê kirin.
FARQÎN: Li navçeya Farqînê ya Amedê jî welatiyan nimêja înê kirin. Ji ber ku di mala şînê de cih nema welatiyan li ber deriyê mala şînê nimêja înê kirin. Ji ber Mewlîd Qandîlî berî nimêjê mewlîd hate xwendin û bi Kurdî weaz hate dan. Mela Husnu Çalişici di weazê de bal kişand ser biratî û aştiyê.
SÊRT: Li Sêrtê jî welatiyan ji ber rewşa hewayê sar li avahiya BDP'a Sêrtê qata jorîn nimêja înê kirin. Rêberên BDP'ê û gelek welatî tevli nimêjê bûn. Mela Mehmet Polat bi Kurdî weaz da û pişt re jî welatiyan nimêja înê kirin. Li navçeya Misircê jî welatiyan nimêja înê kirin.
ÊLIH: Li Êlihê jî welatiyan li baçxeyê çayê yê Şaredariya Êlihê nimêj kirin. Endamê Komeleya Oldaran Mela Ahmet Eşîyok bi Kurdî weaz da û bertek nîşanî pevçûna li Hezoyê da. 
MANÎSA: Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê ji ber nimêja înê ya vê hefteyê rastî Mewlîda Qendîlî hat gelek kes tevli nimêja înê bûn.
WAN: Li Wanê jî welatiyan li parqa şaredariyê nimêja înê kirin. Mela Cemal Demîr nimêja înê da kirin û berî nimêjê bi Kurdî weaz hate dan. Di weazê de bang yekitiyê hate kirin. Piştî weaza bi Kurdî welatiyan dest bi nimêja înê kirin.
COLEMÊRG: Li Colemêrgê jî ji ber berfê û sermayê nimêja înê li avahiya BDP'a Colemêrgê hate kirin. Mela Zekî Çîftçî bi kûrd weaz da. Serokê BDP'a Colemêrgê M. Siddik Yildirim û Şaredarê Colemêrgê Fadil Bedîrhanoglu û gelek welatî tevlî nimêj bûn. Piştî weazê welatiyan nimêja înê kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN