Xwendekarê bi navê Halîl Demîr ê Zanîngeha Hacettepeyê diyar kir ku ji bo xwendinê ew ji Wanê hate Enqere û wekî xwendekarên din ên ji herêmê tên li malên nêzî Cemata Gulen bi cih bû û wiha got: "Li Cemata Fethullah Gulen her tim pirtûkên Gulen tên xwendin û şerîtên wî tên guhdarkirin. Hemû hefteyan em ji pirtûk û şerîtan berpirsiyar dibûn û pişt re jî li gorî plansaziyekê xelat dihatindan. Li malên cematê Kurdî axaftin qedexeye û her tim li malan li dijî me xebatên tîmarê dihatin meşandin." Demîr, anî ziman ku ji ber polîtîkayên asîmîlayonê yên cematê bi hevalên xwe re ji xwe re mal girtin û vê carê jî rastî pirsgirêkên aboriyê tên. Demîr, da zanîn ku pirsgirkên wan tênê yên aborî nîn in û gelek caran rastî êrîşên "faşîstan" tên. Demîr, bilêv kir ku dema xwe diparêzên jî bi hineta "endamên rêxistinê ne" tên girtin.
Şahîn, anî ziman ku ji bo karibe bixwîne bi roj diçe dibistanê û bi şev jî karê înşaetê dike. Şahîn, da zanîn ku gelek xwendakarên Kurd ên li DTCF'ê dixwînin, di înşaetan de dixebitin û zahmetiyê dikişînin. Şahîn, bilêv kir ku ji ber pirsgirêkên aborî neçarin ku di înşaetan de bixebitin û wiha got: "Hin hevalên me bi şevan çop û kartonan kom dikin û em bi şevê xwe bi wan germ dikin. Em xwe bi kartonan germ dikin."
ENQERE