Şewata daristanê ya li Portûgalê bû sedem ku gelek kes bimirin. Li gorî agahiyan, herî kêm 16 kes di wesayitan de asê mane û ji dûxanê fetisîne. Rayedar diyar dikin ku herî kêm 62 kes mirine û 50 kes birîndar bûne. Her wiha du kes jî winda bûne. Rewşa 4 peywirdarên agirkujiyê jî krîtîk e. Li gel vê tirs heye ku hejmara miriyan zêde bibe.

Ji bo şewata li qada çiyayî ya 200 kîlometreyên çarçik, dûrî rojhilatê başûr ê paytext Lîzbonê pêk hatî, vemirînin 500 xebatkarên agirkujiyê hatin şandin. Ji ber ku germahî 40 pîle ye û ji ber bayê heyî xebatên vemirandina şewatê bi dijwarî têne kirin. Rayedar diyar dikin ku malên li herêmê nema dikarin werin bikaranîn. Ên ku malên wan şewitîn û ji herêmê hatine xilaskirin li navendên demî hatine bicihkirin.

Serokwezîrê Portugalê, Antonîo Costa ji ber mirina gelek kesan diyar kir ku kareseta herî mezin a van salên dawî ye li welêt.  Lewma 3 rojan li tevayî welêt şîn hatiye îlankirin. 


NAVENDA NÛÇEYAN