Li eyaleta Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Kalîforniyayê, devereke daristanî ya 45 hezar hektarî û nêzî 7 hezar xaniyî şewitîn. Ji ber şewatê 44 kes mirin, 200 kes jî winda ne. Şefê herêma Butteyê, Kory Honea got, “zehmet e ku ji binê enqazên şewatê cesed werin derxistin.”
Gelek tîmên agirkujiyê yên ji herêmên cuda, beşdarî karê vemirandina şewatê dibin. Ba dibe sedem ku şewat belav bibe.
Herêma sêyemîn a şewatê ya bi navê “Hill Fire” hatibû kontrolkirin. Lê belê şewat hîna dewam dike.
LOS ANGELES