Rejîma Îranê, di dema salvegera darvekirina girtiyên Kurd ên siyasî Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û Şîrîn Elem Hûlû de, biryara darvekirian sê ciwanên din ên siyasî yên Kurd ên bi navê Hoşen Rezayî, Sîrwan Nijawî û Îbrahîm Îsapûr da.
Rejîmê, sedema davekirinê jî weke hevkariya li gel pariyek Kurd nîşan da.
Rezayî bi biryarek çend deqîqeyî ji aliyê dadgeha Şoreş a Taran ve, bi hinceta bi partiyeke Kurd re hevkarî kiriye, bi îdamê hat cezakirin. Biryara îdamê jî bi awayekî ne fermî û devkî jêre hat ragîhandin. Hoşeng Rezayî 2 sal in li girtîgeha Evîn e, mafê hebûna parêzerî wî nebûye û ji ber ku dayik û bavê wî kal in, kesek neçûye serdana wî.
Her wiha, Kurdên xelkê gundê Serdeştê yên bi navê Sîrwan Nijawî û Îbrahîm Îsapûr, ku d 14'ê pûşbera 2011’ê de ji aliyê rejima Îranê ve hatin girtin û îsal ji aliyê dadgeha Şoreşa Mahabadê ve bi cezayê îdamê hatin mehkumkirin. 2 ciwanên Kurd bi îdîaya “Dijîtiya li dijî Xwedê” û bi rêya hevkariya partiyeke Kurdî ya li dijî rejima îslamê ya Îranê tev geriya ye hatin tawanbarkirin. Hate zanîn ku 2 Kurd ji Girtîgeha Mahabadê sewqî Girtîgeha Urmiyê kirin.
Balkêş bû ev ceza li rastî 9’ê Gulanê roja davekirina 5 çalakên Kurd ên siyasî hatin. Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan di 9’ê Gulana 2010 de ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû darvekirin.
Gulperîpûr di bin xeterê de ye
Rewşa ne diyar a girtiyê Kurd Hebîbûllah Gulperîpûr ku di metirsiya darvekirinê de ye berdewam dike. Malbata Gulperîpûr ku rayedarên rejîma Îranê destûra hevdîtinê nedayê û raya giştî bi berdewamî di nav xof û tirsê de ne. PJAK’ê ku Hebîbullah Gulperîpûr bi îdîaya endamtiya wê ceza lê hatiye birrîn di vê derbarê de hişyarî dabû Îranê û anîbû ziman ku darvekirina Gulperîpûr û girtiyên din ên siyasî ji bo wan sedema şer e. Metirsiya darvekirinê ya Hebîbullah Gulperîpûr ku sala 2009’ê hatibû giritn û bi îdîaya endamtiya PJAKê cezayê îdamê lê hatibû birîn berdewam dike. Gulperîpûr ku beriya bi mehekê ji girtîgeha Urmiyê veguhestibûnn girtîgeha Simnanê ji aliyê rayedarên Îtlaata wî bajarî ve bi darvekirinê hatibû tehdîdkirin. Ji ber vê yekê û ji ber ceza ji aliyê dadgeha bilind ve jî hatiye erêkirin, di serî de malbata wî, raya giştî ya Kurd kete nav fikaran ku Gulperîpûr bêyî agahdarkirina parêzerên wî bi dizî were darvekirin..
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK ku Hebîbullah Gulperîpûr bi îdîaya endamtiya wê ceza lê hatiye birîn jî, li ser nûçeyên belav bûn, bi daxuyaniyekê hişyarî dabû rejîma Îranê û gotibû, darvekirina girtiyên siyasî xeta me ya sore û eger darvekirin pêkwerin emê naçar bimînin bersivê bidin. Li gel van her sê girtiyên Kurd ên ku cezayê darvekirinê lê hatin birîn, 21 girtiyên Kurd ên siyasî niha li ber sêdarê ne û dibe di her carekê de bên darvekirin.
ANF/MEHABAD