Li Kurdîstanê ji berê de heta roja me ya îro gelek jinên kurd bi evîn, zilm, kuştin û bêbextiyên bi serê wan de hatine bûne mijara kilamên dengbêjan. Dengbêj Meryem çîrokên jinên ku bûne mijara kilaman vedibêje.
Ji serdemên berê yên dîrokê heta niha li Kurdîstanê êş, evîn, zilm, komkujî û berxwedan bi dengbêjiyê hatine ziman û heta roja me ya îro hatine. Di Dengbêjiyê de herî zêde êş û zehmetiyên ku jinan ji destê civaka bavikanî kişandine û têkoşîna wan a li hember vê pergalê hatiye gotin. Di kilamên dengbêjan de jinan giyan daye van kilaman û êşa ku li ser vê axê hatiye kişandin û têkoşîna jinan a li hember bi saya dengbêjiyê zindî maye û nehatine jibîrkirin. Tişta herî balkêş jî ew e ku dengbêjên kurd li ser jinên ji her olî û baweriyê kilam gotine. Dengbêj Meryem Tuncer ew jinên ku bûne mijara kilaman çîrokên wan ji me re got.
Mêran şer kiriye jinan gotiye
Dengbêj Meryem diyar kir ku heta niha jinan berxwedanek bêhempa dane û got, ev jin tev bûne mijara kilaman û wiha bi axaftina xwe de çû; “Dîroka dengbêjiyê bi kilam û çîrokên jinan hatiye afirandin. Di bingeha hunera kurd û dengbêjiyê de jin hene. Lê mixabin ev huner ji destê jinan hatiye standin. Mêran şer kiriye jinan li ser stran gotine û jinan li ser gotinên ciwanan ên ku vîna xwe vegotin jî stran gotine, zilma pêk hatiye jinan gotiye û heta roja me ya îro anîne. Li Kurdîstanê bi hezaran jinên leheng, berxweder û hêja jî bûne mijara van kilamên dengbêjan. Em bi van kilaman van jinan dihêlin û mayînde dikin.”
Kilama Nûrê
Dengbêj Meryem anî ziman ku dengbêjên kurd li ku derê êş û neheqî dîtibin li ser wan kilam gotine. Meryemê çîroka kilama Nurê wiha vgot: “Bûyera Salih û Nûrê li bajarê Amedê pêk hatiye. Salih û Nûrê pismam û dotmamên hev bûn. Ji hev pir hez dikirin û zewicî bûn. Salih ciwanekî pir hêja û bi hêz bû. Di wan salan de dewlet bi ser gundê Salih û Nûrê de digire û zilmê li wan dike. Salih ê ku vê zilmê qebûl nake rojekê ji Nurê re dibêje 'em çi bikin?' Nûrê bersivê dide û dibêje, 'ew mirovê ku zilmê û kuştinê qebûl bike îmana wî tuneye' Salih radibe û diçe 9 peywirdarên dewletê dikuje. Piştre Salih tê cem Nûrê, lê hêzên dewletê bi ser malê de digirin. Salih tê girtin û dibin Zindana Amedê.
Nûrê bi ser girtîgehê de digire
Nûrê ji bo Salih rizgar bike dikeve nav hewledanan. Nûrê li deşt, gundan û bajaran digere. Ji ber ku Salih li dijî zilmê derketibû neheq hatiye girtin. Nûrê diçe zêr û zivîngên xwe difiroşe û çar ciwanan digire û dibêje hûnê Salih ji girtîgehê rizgar bikin. Li gel wan ciwanan Nûrê jî ji bo ku Salih rizgar bike bi wan ciwanan re diçe. Dewlet Nûrê digire û ji Nûrê re dibêjin, 'Tu ji kuştina dozger û dadgeran tê yî darizandin'. Nûrê dibêje 'Ez poşman ninim û li Salih neheqî hatiye kirin û dîsa ez ê heman tiştî bikim.' Li gel vê helwesta Nûrê dewlet matmayî dimîne û li gel Nûrê Salih berdidin. Piştre li gund fesadî belav dibe û li Nûrê bêbextî tê kirin û dibêjin 'Çawa Salih hatiye berdan?' hîn kes dibêjin 'dozgeran û dadgeran ji Nûrê hez kirine' û her kes bêbextiyê li Nûrê dike. Lê Salih jî ji Nûrê re dibêje 'Nûrê ez dizanim ev gotin derewin, lê devê kesan ne tûrike ku ez bigirim lê di nav me kurdan de dema bêbexti hate kirin pêwîste ew jin bê berdan.” Salih radibe ji ber bêbextiyan Nûrê berdide. Nûrê jî vê serpêhatiya xwe dike kilam û dibêje. Niha jî her dengbêjek vê kilamê bi awayekî din dibêje.”
Kilama Geliyê Qewalê
Dengbêj Meryem qala kilama Geliyê Qewalê kir û got, ev kilama ji destpêka dengbêjiyê heta niha heye û wiha got: “Li herêma Colemêrgê ev bûyer derbas bûye. Li herêma Qewaliyê keçek bi navê Nalîn a 14 salî bi kesekî 80 salî re dizewicînin. Ev kilam jî bi taybetî li ser bûkan tê gotin. Navê bûke ne bûke naşîne. Nalîn hezkirine û tê wateya bûkê. Ew nalîna ku li ser bûka tê gotin bingeha wê ji wê derê derketiye. Hevalek Nalînê hebû pê dihese ku wê Nalînê bi kesê 80'ê salî re bizewicînin û dibêje, "Geliyê qewalê teng e şeşxane dengê qutkê Nalê heftreng e, hawara Narê direnge. Geliyê qewalê kûr e şaşxane lûre lûr e qutkê Nalê mexmur e hawara Nalê dûr e. Diçin deriyê zava zava tifekê ser serê bûkê diavêje Narê lê dinêre mêrik kal e.' Dîsa hevala wê li pey wê dibêje, 'Geliyê qewalê dar û bîne dengê şaşxan tîne, qutkê Narê hêj şîn e ax ez çi bikim hawara Nalê nîne.' Ev Narîna me ji wê derê hatiye. Dayîk hîna gava ku keçên xwe dizewîcînin vê kilamê dibêjin û digirin.”
Kilama Embera Suryan
Dengbêj Meryem dibêje, dengbêjên jin li ser jinên ji her baweriyê kilam gotine û got, yek ji wan kilaman jî kilama Emberê ye û wiha qala çîroka kilama Emberê kir; “Çîroka kilama Emberê li Wanê pêk hatiye. Di wan salan de ji her bawariyê mirovan bi hev re jiyan dikir. Ember jineke suryan bû. Xalit beg evîndarê Embera Sûryanî dibe. Xalit beg dibêje, 'ez ê Emberê ji xwe re bixwazim'. Malbata Xalit beg dibêje, 'Ember jineke suryan e nabe'. Malbata Emberê jî dibêje 'em keça xwe nadin misilmanan'. Dayîka Xalit beg dibêje 'Şertek me heye ger hat dibe baweriya xwe biguherîne û bibe misilman.' Ember jî dibêje, 'Ez ji Xalit hez dikim, lê ez teqez baweriya xwe naguherînim. 'Ember kincên xwe li xwe dike û bi Xalit beg re direve. Malbata Emberê jî hêrs dibe û bi tu awayî deriye xwe ji Emberê re venake û dibêjin 'Ember bê em ê bikujîn'. Li zozanên çalyanê 7 salên wê tijî dibin û Ember ji xwesiya xwe re dibêje 'Karwan diçin karwanê ez ê bi wan re biçim Wanê serî li malbata xwe bidim' Xwesiya wê dibêje” Keça min tu biçî wê te bikujin'. Dike nake Emberê ji riya wê nazivirîne. Ember dibêje, 'Ez tenê herim malbata min min nakuje' û radibe dikeve pêşiya karwanan û dest bi rêwîngiyê dike.
Ember digihîje riya çalyanê û dibe berf û bager, Ember li wir difetise û li wir jiyana xwe ji dest dide. Çend roj di ser re derbas dibin Xalit beg diçe nêçîrê û lê dinêre teyr û tawalên Zozanê Çalyanê li hev civiyane. Piştre cenazeyê Emberê di nav du keliyan de dibîne û li wir dike hawar û dibêje, 'Heyla li min dewr û dinya Embera Suryan miriye deng jê nayê'. Ji wê rojê heta niha ev stran li ser Embera suryan tê gotin. Ev kilam jî hem di dewatan de hem jî di dengbêjiyê de tê gotin. Niha jî gora Emberê li Çalyanê li cihê xwe ye.”
Kilama Guloya file
Dengbêj Meryem qala berxwedana jinan dike û diyar dike ku di dîrokê de li dijî axayan jinan berxwedaneke bêhempa dane û got, yek ji van jinan jî Guloya Fileye û wiha got: “Gulo jineke fileh bû û pir hêja bû. Axayê gund Mistefa beg zilmê li Gulo dike û jê re dibêje, 'Sê jinên min hene ez ê te bikim ya çaran'. Gulo jî dibêje, 'Di dinyayê de ez ne ola xwe diguherînim ne jî ez bi te re dizewicim” Gulo ji bêriyê tê axa tê pêşiya Gulo, di dest de kêlbetan û ji Gulo ra dibêje, 'Ez ê diranên te rakim û serê te bi gûzanê bibirim'. Gulo jî jê re dibêje, 'Tu serê min jî jê bikî ez tu caran nayêm ser ola we misilmanan, ez jineke file me tu çima li min zilmê dikî?' Axa dest ji zilma xwe berneda û Gulo jî heta dawiyê li ber xwe dide. Ev stran jî bi taybetî ji aliyê jinên dengbêj ve tê gotin.”
ZEYNEP DURGUT / JINNEWS / WAN