
Newroz roja şahiyan, roja liv û lebata sirûştê ye. Mirov jî bê sirûşt nikarin bijîn, çimkî ew jî pareke sirûştê ne. Ev roja nû roja me ye, divê Newroz bimîne. Ji ber wê jî min bi fer dît ku vê carê li ser cih û navê Newrozê di stran û hunera Kurdî da binivîsim.
Xwedî derketina ji mîras û çandê tê wateya dewlemendiya her netewekê ku ji nasnama xwe ya netewî hez dike. Bawerim razeke mayîn û nehelandina me Kurda jî di vir da veşartiye.
Di 50-60 salên dawiyê da qêrîn û banga Newroz û Adarê bi dengên xweş bêtir li Kurdistana mezin belav bûye. Helbestvan, hunermend û stranbêjan destê xwe dane hev û li ser vê yadigara bav-kalan newa û stranên xweş afirandine.
Aram Dîkran: Ji salên 60’an dengê mamosta Aram Dîkran(1934 – 2009) bi rêya radioya Êrîvanê belav dibû. Wî bêtir ji hemû hunermendên Kurd li ser Newroz, bihar û Adarê stran gotine. Tevî ku ew ermen e, lê bêtir ji Kurdekî agehdarî orf û adetên Kurdewarî ye. Ji ber wê jî carna wiha diqêre; „ Adare ax adar e / Newroz û xweş bihar e. Adare xweş rengîn e / Ew dem û cenga şîn e. Zivistan weke dûj e / Adar e û Newroz e. Dijimina derda ye / Ser sala me Kurda ye”
Li vira hinek zêdetr balê bidenê ka Aram çawa bi zanebûn ceng û rizgariya Kurda bi hatina Newrozê ve girêda ye. Herwiha mamosta Aramê hunermend di straneke din da jî hez û evîna mirova ya ji bihar û Newrozê re wiha beyan dike:“Newroze, Newroze sibe ye Newroze / Maçek bide min yar cejina te pîroze” Ew ji dêla xelata ji aliyê yarê ve tenê daxwaza maçekê jê dike. Ev jî nîşanek bihêze ji bo îspata dewlemendiyên orf û adetên Kurdewarî.
Bihar, sersal û Newroz an jî Nûroj mukemilî hevin. Aram vê rastiya sirûştê wiha bi lêv dike:“Newroze û bihare / belbûne gul û dare. Mîna gulê hare / Destê mi bi destê yare. Newroz û ser sale / Nêva gulê ale…”
Di dema hatina Newrozê de mirov li dora hev dicivin. Rûgeşiya mirova bi germahiya sirûştê re tê guherandin. Heza ji jiyan û daxwazên nû re jî zêdetir dibe. Hêzeke nû di laş û ramanên mirovan da peyda dibe. Ji ber wê jî Kurda hatina bihar û Newrozê ji xwe re kirine hêcetek ji bo standina mafên xwe yên siyasî. Ev rewş ji salên 1950’an û pêda heya roja îro li Kurdistanê berdewame. Demekê li Silêmaniyê mamosta Pîremêrd(1867-1950) serkêşiya vê xebatê kir û heya salên 1950an berdewam bû. Li pey wê li parên din yên welatê bindest û bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê hereketa azadiyê Newroz wek mîrasekî çend hezar salî kiriye sembolek li dijî rejîma dagirkera Tirkiyeyê ku heya roja îro jî hebûna Kurd û Kurdistanê napejirîne. Îro agirê geş û gorê Newrozê êdî ronahiyek nû li pêşberî jiyan û qedera Kurda vekiriye. Mamosta Aram dema rewşeke wiha dibîne, wiha gazî Kurda dike: “Newroz Newroz e li vê cîhanê / Cejina Kurda ye li Kurdistanê/ Ala me yî rengîn bînin meydanê, rabine dîlanê/ Hevalno rabin serê zozana/ Ji şiva çêkin tîr û kemana/ Nema em bitirsin ji koledara û ji neyara”
Hewriha li dereke din jî wiha distire: “Newroz sersala me ye / Welat welatê me ye/ Cî merkez warê me ye/ Dor çiyê pêşmerge ye”
Aram biqasî ku ji Kurda dixwaze ji Newoza xwe xwedî derkevin û şerê ji bo azadiyê bimeşînin, ewqas jî behsa bedewiyên demsala biharê dike: “Newroz sersala me ye/ Gulên sor reng reng geşin/ Dengê bilbilan xweşin/ Dost û yar tên dimeşin/ Nêrgiz şalûl serxweşin.”
Hesen Zîrek: Hemçax bi vê xebata mamosta Aram re bawerim kesê duyê li Kurdistanê hunermendê dengxweş Hesen Zîrek e ku li ser biha û girîngiya Newrozê straye. Nemir Hesen Zîrek(1921 – 1972) jî bi rêya radioya Kirmaşan û Tehranê helbesta nemir Pîremêrd ya li ser Newrozê bi awazek xweş dixemilîne û bi dengê xwe yê bilind li her dera Kurdistanê belav dike:“Em rojî salî taze ye Newroze hatewe/ Cêjnêkî konî Kurde be xuşî be hatewe /Wa roj helat le bendenî berzî welatewe/ Xiwênî şehîd rengî şefeq şewiq her edatew/Çend sal gulî hîway ême pêpest(bê ber) bû taku par/ Her xwênî lawekan bû gulî alî newbehar/ Pêy nawê bo, şehîdî weten şîwen û girîn/ Namirin ewaney wa le dilî milleta her ejîn/ Newroz bû agirekî wehay xiste cergewe/ Lawan be eşiq eçûn be berew pîrî mergewe/ Ew renge sore bûke le asoy bilindî Kurd/ Mojdey beyanî bû gelî dûr û nêzîk ebird.”
Dilovan: Hunermend Dilovan jî di straneke xwe da wiha behsa Newroz û doza Kurda dike: „Newoz hatiye biharê. govend geriya li meydanê. werin herin dîlanê. ev cejina Kurdistan. Newroz sersala me ye. Kurdistan warê me ye. Çek û rext li mile me ye. Serxwebîn doza me ye..“
Eyaz Zaxoyî: Hunermendê canemerg Eyaz Zaxoyî(1961 - 1986) tevî ku demeke kurt jiya, lê strana wî ya li ser Newrozê heya roja îro hê jî ji bîra xelkê neçûye. Ji bîra nekin ku ev stran di demekê da hate gotin û belav kirin ku rejîma Baasiyên Kurdkuj li başûrê Kurdistanê bêrawestan Enfal û qira Kurda ji xwe re kiribû karê herî sereke. Eyaz hingî ew Baasî û xwînmêjiya wan şibandinbû zilma Zehak û wiha qêriya bû: „Newroz hat û bi gul û rîhan. Cejna me ye li bist û êkê. Ew Newroza bîka ciwan. Agirî hilkin serê rêkê. Yadigare ji bab û bapîran. Wa şikandî qeyda zincîran. Der kirin rojhelata me. Dê rabin hilkin xetîran“
Ev dêrên helbesta jor ku ji hiş û ramanên nivîskarê nemir Segvan Ebdulhekîm derketine, bi bîra dagîrkeran tîne ku Kurd di rewşên herî nexweş da dev ji doza xwe ber nadin. Ji ber wê jî wiha behsa armancên Newrozê dike:„Newroz hat û roja nû ye/ Bi deskê gulan xemlandiye. Hemî waran dîlan rabî / Cejn û aheng û kenî ye. Wan celalan av lê boşe / Seyran li wan milan xweşe. Kar û rewiştê milletî / Cejna Newroz mendehoşe”Wan sala li başûrê Kurdistanê bizava siyasî pir qels bû, lê ronahiyek ji hêla çiyayên Kurdistanê ve dihat dîtin. Eyazê dengxweş û hunermend vê hesreta xwe wiha beyan dike: “Newroz hat û roja mêra / Millet xurî wekî şêr. Rûxandin koşka neyara / Bilind bû ala dilêra.Newrozê hey lê lê Newroz / Tu roja mêrêt xwedan soz.Dê mînî bişkujekî geş / Bo me Kurda cêjnek pîroz”.
Eyşe Şan: Pirensîsa bêtac û text Eyşe Şan(1938 – 1996) jî ku ji salên 1979’an û pêde ketibû nava bêdengiyek xemgîn, li pey geşbûna agirê şoreşa bakurê Kurdistanê careke din dengê xwe yê şilik û nazik li çar aliyên welat belav kir. Lê vê carê serhildanên li Cizîr, Amed û Şirnexê bandora xwe li ser wê jî danîbûn. Wê ji salên 1960’an û pêde tama êş û elemên bindestiyê bêtir û zêdetir ji hunermendên din kişandibû. Çimkî ew yekemîn jina Kurd bû ku li bakurê Kurdistanê bi zimanê xwe yê zikmakî stran gotibûn. Nav û dengê wê sinor bezandibûn û bibû sembol û serkêşeke şoreşa Kurda ya çandî. Dema ew serhildana Kurda li Newroza salên 1990’an dibîne, hovîtiyên rayedarên komara Tirkiyeyê jî nikar tehemul bike. Ew bi hastên xwe yên nazik li ser Newrozê wiha dike gazî: “Lê dayê dêranê îro biharê Newroza me Kurdane / Li me hatî bi top û tifenga şerekî giran e. De bêje em ê hatanî kingê li welatê xwe xerîb bin / Em ê bikşînin bindestî û zilm wan dijmina. Dayê Ax aman aman aman aman derdê min girane dayê / Kula me welate dayê Newrozê Newrozê dayê Newroz dîlane. Newroz Newrozê keko ew îda Kurdan e / Kula me welate dayê derdê me giran e“
Hozan Şemdîn: Dengbêj Şemdîn jî di yekemîn berhemê xwe(Ala Rengîn 1989) de, biha û cihê Newrozê yê siyasî-civakî wiha bi bîra dîrokê tîne: “Newroz cejinek bihaye / dîlana me Kurda ye. Kêf û şahiya Kurda ye / Agirê li ser çiya ye. Nîşana keç xorta ye / ewa dengê Kawa ye. Bihara me tu şengî / tu ji me re şan û cengî. Tu ji me re nav û dengî / bîst û yekê Adarê. Tu sorgula sê rengî / keske sora sê rengî”
Şehîd Mizgîn: Stranbêja nemir şehîd Mizgîn(1962-1992) ku xebata ji şoreşa Kurdistanê re ketibû nav rih û cane wê, sala 1986’an di kaseta Koma Berxwedan ya 4’emîn da li ser Newrozê mesajeke wiha dide û ji me re eyan dike ku xwîna ciwanên Kurd, yê agirê Newrozê gortir bike: “Îro newroze, li welat dîlane / Tîrêj û birûske cenga giran(şêrane) Vaye bi rêket şoreşa Kurdan / Newroze ku ji me re lê darxistin. Kawey hemdemî Mazlum Dogan....Bêfeyde naçe şûna xwîna sor / Hukimê zordara hilweşe bi zor. Bin ala enî pîroz be newroz”
Xelîl Xemgîn: Endamê Koma Berxwedan yê herî dengxweş Xelîl Xemgîn jî di rewşeke hessas da ku Kurda hêdî-hêdî li bakurê Kurdistanê li dijî sîstema totalîtera kemalîstan serî hildidan, wiha behsa biha û rolê Newroz û biharê di jiyana Kurdan da dike: “Bihar xweş e çaxê gula, çaxê kulilk û simbila / Newroz û sersala dila, kengî bixêr tu bê bihar. Îsal zivistana me sar e, berfa spî hur tê xwar e / Xemilandin deşt û zinar, kengî bi xê tu bê bihar. Baran li berfa şevnîvê bê û li pey roj derkevî / Dîsa bi ser çiyan Kevin, kengî bi xêr tu bê bihar.”
Koma Azad: Helbest ya mamosta Cegerxwîne û di naveroka wê da xuya ye ku ew di etmosfêrekî tije zulim û tepeserî de bi hesreta kişandina hewayekî azad e.
Di van salên dawiyê da marşek li ser Newrozê gelek tê bihîstin û guhdarkirin. Ew marş ji hêla koma Azad ya girêdayî NÇM’ê ye ku mesajek dewlemend û tejî coş tê da ye: “Newroz tu cajna gelê Arî Newrozê Newrozê / Em karkirê vî karî Newrozê Newrozê. Em ê hildin vî barî Newrozê Newrozê / Werin geş kin vî arî Newrozê cejna me. Newrozê Newrozê Newrozê cejna me / Newrozê Newrozê Newrozê cejna me. Bêhna te gelek xweş e Newrozê Newrozê / Por sor e çav reş e Newrozê cejna me. Bi çiya ve hildikşe Newrozê Newrozê / Govenda te şûr reş e. Newroza gelê bindest Newrozê Newrozê / Te jiyaneka nû dixwest Newrozê cejna me. Ez ê pêçim çek û rext, Newrozê Newrozê / Te bibînim ser text.”
Zozan: Endameke din ya koma Berxwedan stranbêja dengxweş Zozan e ku demekê gelek aktîv û dengê wê di nava stranbêjên Koma Berxwedan da xwedî tam û xweşiyek taybetî bû. Ew jî li ser Newrozê wiha distire: “Bihar xweşe bi nave te Newroz Newroz / Kesk sor zer bi xemila te Newroz Newroz. Xorta agir dadane ji boy te canfîdane / Keça agir dadane ji boy te canfîda ne. Newroz, Newroz….Girtin periya dîlanê Newroz, Newroz / Bi hêza şoreşvaniyê Newroz, Newroz...Deng belav bû li cîhanê, ji bo jîna Kurdistanê / Newroz, newroz...”
Bav kalên me beriya hatiyan îslamê di yekemîn roja Newrozê da li ser qencî û kirina karên çê, şîret li kesên derdora xwe dikirn. Ji roja yekê heya roja sêzdê merasimên cûr bi cûr hebûn, lê padisahên wê serdemê hunermend û sazbend li dora xwe kom dikirin û şahîyên taybetî di huzûra wan da li dardiketin. Hingî roja xelata jî hebûye. Ji ber wê jî em heta roja îro dibînin ku bi hatina Newrozê re bav û dê an jî kesên nêzî hev bi pêşkêşkirina xelatan diçine dîtina hev û ceijna hev û din pîroz dikin. Li rojhelatê Kurdistan, Efxanistan, Tacîkstan û Îranê sahiyên Newrozê bi cejina çarşemba sor(bi farsî çarşembê sûrî) dest pêdike û bi sêzdebederê jî bidawî dibe.
Hesen Şerîf: Hesen Şerîf jî bi dengê xwe yê xweş û germ wiha li ser Newrozê distire: „Adar hat kûlîk vebûn / Sergelan agir helbûn. Hezar car bixêr bêy Newroz / Cejina azadiyê pîroz. Li qadan, ser çiyan / Li girtiyan, bindestan. Silav ken pir ji dil û can / Şahîye xweş bikin dîlan. Newroz, newroz…./ Cejina gelê me pîroz“
Li vira min tenê wek nimune nav çend hunermend û stranbêjên Kurd anî ku li ser Newrozê stran gotine, lê stranbêj û hunermendên wekî; Beser Şahîn, Birader, Nasir Rezazî, Canê, Ciwan Haco, Necmedîn Xûlamî, Mihemed Şêxo, Seîd Yusif, Şiyar Farqînî, Dilgeş, Fatê, Koma Agirî, Şehîd Sefkan, Şehrîbana Kurdî, Dîno, Xêro Abbas û çend komên weki Agirê Jiyan, Geliyê Zîlan, Cizîra Botan, Dengê Gerîla, Koma Çiya, Dengê Azadî, Dîlan, Çar Newa û….hwd jî li ser Newrozê stran û awaz gotine û afirandine.
Sipas bo wan stranbêj, hunermend, rewşenbîr û helbestvanên ku bi afirandina stran û awazan ji mîrasê me yê çandî û çend hezar salî re xwedîtî kirin. Qeb-qeba wan ji ya kewê Ribad xweştir e. Bi vî awayî wan jî nav, hurmet, ked û karê xwe kirin malê dîrokê û ji bîra civakê naçin.
Bi vê re ji dil û can Newroza we teva û bi taybetî jî girtiyên azadiyê û rojnamegerên girtî pîroz dikim.
KEKŞAR OREMAR