Lornijad ê ji bajarê Kirmanşanê rojhilatê Kurdistanê ye ji malbateke muzîkjen ê Kurd bû.  

Hunermendê ji rojhilatê Kurdistanê Hişmetullah Lornijad di sala 1947’an li herêma Elafxane li bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Hunermendê gewre Lorjinad bi Kurdî û farsî stran gotine û bavê wî û bapîrê wî jî muzîkjen bûne.

Lornijad di stranên xwe de medha ol û baweriyên cuda jî kiriye lê bi xwe hezkiriyê ola yarsan bûye û di gelek stranên xwe de li kêleka hev hem  behsa ol û hem jî behsa welat kiriye. Wî di 17 saliya xwe de li radyoya Kurdî ya Kirmaşanê bi helbesta birayê xwe Şêydayê Kirmaşanî karê xwe dest pê kir.

Hunermendê kirmaşanî Lornijad bi şêweyên gelek ji hunermendên Kurdan ên wekî Seyîd Elî Esxer Kurdistanî, Elî Merdan û Tahir Tofîq stran gotine. Lornijad heya 25 saliya xwe bi gelek ji hunermendan re kar kiriye û stranên xwe bi zaravên cuda yên Kurdî tomar kirine.

Di konserekê de dema ku ji amûrên deng re pirsgirêk derdikevin, ew dikare bi dengê xwe pirsgirêkan veşêre û bi vî awayî jî strana wî ya bi navê Beheşta Jiyanê dibe yek ji navdartirîn stranên wî. Hunera Lornijad di welatê wî de heya gul û baxan de xuya ye.

Lorjinad di temenê karê xwe yê hunerî de zêdetirî 200 stranên Kurdî gotine. Lornijard roja 16’ê îlona sala 1995’an koça dawî kir û cenazeyê wî bi beşdariya hezaran kesan bi axê hat definkirin. 


 KIRMANŞAN