Li Eyaleta Alaska ya DYA’yê li kêleka çemê Nowitna yê 400 km dirêj e tenê malbata Akcpyey dijî. Di navbera cihê malbat lê dijî û bajaroka herî nêz de 160 km mesafe heye. Malbat a ev 18 sal in li vê herêmê dijî ji aliyê kêm mirovan ve hate ziyaret kirin. 

Rojnamvan Ed Gold ji bo çavdêriya jiyana malbatê bike 11 mehan bi wan re ma. Malbat salê carekê erzaq û amûrên pêwist dikire. Her wiha nêçîrvanî jî yek ji rêbaza debara malbatê ye. 

Di demsala zivistanê ya dirêj de jî karê xeratiyê dikin. Malbatê di nav xwe de plansaziyek amade kiriye û rojên wan têr û tije derbas dibin. 

Dema pirsgirêkên aborî çê dibin jî Davit eyarê lawirên kuştine difiroşe, kulubeyan ava dike û car caran diçe madena zêr a 1600 km dûr e. Mesrefa malbatê ya salane 12 hezar dolar e. 


 NEW YORK