BDP'ê bi dehan komîsyon avakirin û hemû şaredariyên xwe yên herêmê seferber kirin. Rêxistina BDP'ê û şaredariyên BDP'ê li gel saziyên sivîl ên civakî nêzî 10 rojin di nava hewldanê dene ku birînên mexdûrên erdhejê derman bikin. Li aliyê din nerazîbûnên welatiyan ên lijî helwesta Walî û rayedarên dewletê berdewam dike. Hêj hemû xerabe nehatin rakirin li Erdîşê xebata lêgerîn û xelaskirinê bi dawî bû. Niha jî li Wanê ji aliyê Walîtiyê ve Lijneya Karesata Bajar, ji bo xisar û ziyana avahiyên hilweşiyane tespît bike yekîneyek hate avakirin. Piştî yekîne hate avakirin endamên Şaredariya Wanê û Odeya Endezyarên Avahîsaziyê (ÎMO) jî xwestin di nava yekîneyê de cih bigirin. Lê walitiyê bi hinceta di nava yekineyên pispor de "sertîfîkaya fermî tune" daxwaza şaredariyê û Odeya Endezyarên Avahîsazê red kir. Walîtiyê destûr neda ku endamên şaredariyê û Odeya Endezyaran Avahisaziye cih bigirin. Li ser vê yekê li Şaredariya Wanê û ÎMO'yê yekîneyek ku ji 40 kesan pêk tê avakirin û lêkolîn pêk anîn.
Musteşar daxwaz red kir Endamên ÎMO û Şaredariya Wane ji bo di nava yekineya Heyeta Karesatê de cih bigirin serî li Şêwirmendê Wezîrê Bajar û Derdorê Erdogan Bayraktar Hakan ê paşnavê wî nahat zanîn dan. Daxwaza endamên Şaredarî û ÎMO'yê hate redkirin. Serokê Odeya Endezyarên Avahîsaziyê yê Wanê Şemsettîn Bakır, anî ziman ku wan di roja 2'emîn de bi Walîtiyê re hevdîtin pêk anîn û xwestin di nava xebatê de cih bigirin. Bakir, derbirî ku di serî de Cîgirê Walî serlêdana wan erênî dît û pişt re Şêwirmendê Wezîrê Bajar û Derdorê Erdogan Bayraktar Hakan ê paşnavê wî nahat zanîn daxwaza wan red kir.
Bakir, anî ziman ku pişti wan heyetek cuda ava kir û lêkolîn pêk anîn, dîtin ku heyeta Walîtiyê rapor da lojmanên dewletê yên saxlem. Bakir, bilêv kir ku heyeta dewletê raporê dide avahiyên saxlem û raporê nade avahiyên xerabe û cudakariyê dike. Bakir, daxuyand ku ew niha xebatmê bi heyeta ku ji 40 kesan pêk tên dimeşînin.
DÎHA/WAN