Bi hezaran civak û olên li ser rûyê cîhanê, her yek li gorî kevneşopî, bawerî û çanda xwe xwedî taybetmendî ne. Cejna Newrozê jî wek roja nû tê dîtin û bi sedan sal e ji hêla gelên li Rojhilata Navîn û bi taybetî ji hêla gelê Kurd ve tê pîrozkirin. Piştî tevgera Apocî li tevahiya Kurdistanê bi pêş ket û mohra xwe li gelek şoreşên civakî da, cejna Newrozê jî ji nû ve ruh da gelê Kurd. Newroza ku bandora xwe li ser hemû civakê dike, bêguman bandora wê ya li ser helbestvanên Kurd jî gelekî girîng e. Bi taybetî di wêjeya Kurdî ya klasîk de, helbestvanên Kurd Newroz di beyt û helbestên xwe de vegotine û ji çanda wê ya berxwedanê pir sûdewar bûne. Yek jî ji van helbestvanên Kurd jî Baba Tahirê Uryan berî hezar salan di beytên xwe de kêf û şahiya roja gihaştina yarê wekî kêfa roja Newrozê diyar dike û wiha dibêje:
“Cuda ez rûyet ey mahê dilefroz Ne roz ez şu şinasum ne şu ez roz Wisalet ger me ra gerded muyesser Hemê rozem şewed Newroz”
Melayê Cizîrî di dîwana xwe de Newrozê wek sersala Kurdan û çûna tariyê û hatina ronahiyê wesf dike û vê çanda berxwedanê wiha vedibêje:
“Bê nûr û narê muhbetê Bê neqş û suniê qudretê Naçîn meqamê wesletê Nûrun lena welleylû dac Ev narê sîqala dil e Daim li wê qala dil e Newroz û sersala dil e Weqtê hilêtin ew sîrac”
Ehmedê Xanî jî di berhema xwe ya dîrokî ya Mem û Zîn de, roja Newrozê bi bedewî pênase dîke. Jixwe çîroka eşqa Memo û Zînê di Newrozê bi xwe de dest pê dike. Xanî Newrozê wek demsala şadiyê pênase dike û wiha dibêje:
“Roja ku dibûye îdê Newroz Teizîmi ji bo dema dilefrûz Bilcumle diçûne der ji malan Hetta digihîşte pîr û kalan Mebnî li wî adetê mubarek Şehrî û sipahiyan bi carek Bajêr û kelat û xanî berdan Teşbîhê bi nejdiyan û cerdan Yanî ku dihate burcê sersal Qet kes nedima di mesken û mal”
Seydayê Cegerxwîn jî di helbesta ‘Kî me ez’ de behsa serpêhatiya Newrozê û kuştina Dehaqê xwînmij ya bi destê Kawayê Hesinkar dike û van tiştan tîne ziman:
“Kawey Hesinkar bav û kalê min Perçiqand serê Dehaqê dijmin Ji gerdena kurd Wî şikand zencîr Serê me parast Ji birîn û şûr Roja hat kuştin xwînmijê dilsoj”
Cejna Newrozê veguheriye berxwedanê
Cejna newrozê ya ku bandoreke mezin li ser wêje, helbest û çanda kurdan kiriye, îro ev çanda berxwedanê bi têkoşîna Tevgera Azadiyê veguheriye ala berxwedanê. Bi wê boneyê her sal Newroza ku bi xwîna keç û xortên kurd xemiliye wekî roja nû tê pîrozkirin û ji bo wê jî wateya wê her dem roja nû ye û wate û girîngiya wê wiha tê pîrozkirin:
“Ew roj e Nûroz Zivistan diçî Ew rojên ne xweş Parêz dibî kurd Ji dêwê zergeş Wisa dibêjî Zerdeştê rêzan Ehrîmen dişke Hurmiz tê meydan”
ROJEVA MEDYA