Di wêjeya Kurdî de bi hemî şêwezaran vegotina gelêrî û helbesta gelêrî her wiha stran û çîrok û destanên kevin hene. Ew di roja me ya îro de hatine berhemandin û bûne beşên bigehîn.
Li cem Kurdan bi Kurdî du beşên bingehîn ên wêjeyê ên bi çanda zargotinê (devkî) û nivîskî hene. Wêjeya zargotinê jixwe, berî nivîsandinê derketiye, û ev çand hîna jî di nava civaka Kurd de dewam dike û di navenda wê de beşê helbestê beşekî esasî ye.
Lê em ji bîr nekin ku cureyên wek çîrok, roman, destan û wekî din. Em ji bîr nekin ku ev hemû bi devkî ji nifşekî derbasî nifşê din dibûn. Ji ber wê wêjeya nivîskî jî li ser vê wêjeya devkî bilind û berz bûye.
Wêjeya Kurdî a nivîskî di şêwezaran de li demên cuda jî dest pê kiriye; berê şêwezarê Hewramî, piştî wê Kurmancî û dawiyê Soranî, û herî dawî jî Kirmanckî bûne xwediyê wêjeya nivîskî.
Niha di her çar şêwezaran de wêje tê berhemandin û li ser asteke baş têne belav kirin.
Wêjeya gelêrî li kêleka wê wêjeya devkî, wek hinek taybetmendiyên xwe - em li vir beşên weke stran û heyranokan ji bîr nekin - anonîm û kolektîf di nav civakê de tê afirandin û dîsa di nav şert û mercên civakê yên zor û zehmet de ji nifşekî tên veguheztinî nifşekî din.
Hinek, edebiyata gelêrî weke yek ji beşên folklorê bi nav dikin û di vê peywendê de folklor bi xwe beşeke zanistê ye.
Mele Mehmûdê Bazîdî (1797- 1863) yekem kes e ku li ser folklora Kurdî keda wî heye, xebateke mezin li ser babetê kiriye.
Wî ev karên xwe bi alikarî û handana Alexandere Jaba (dîplomatê Rûs ê bi eslê xwe Lehistanî; 1803-1894) kiriye.
Ji bo xebatên folklora Kurdî, mirov dikare bibêje, her çiqasî di asta berhevkirinê de bin jî, analîz, şirove û karê berawirdiyê jî hêdî hêdî derdikeve pêş.
Berhevkarên girîng yên folklora devkî ya Kurdî, Mele Mehmûdê Bazîdî her wiha wî Şerefname jî wergerandiye Kurmanciyê.
Wêjeya gelerî jî me got, ji du beşan pêk tê: Vegotina gelêrî û helbesta gelêrî.
Ji bo edebiyata devkî prof. Celîlê Celîl dibêje, "Edebiyata devkî şêwe û awayê vegotina çandî yê xelkê ye. Ji ber vê yekê ye ku li Kurdistanê dengbêjî û çîrokbêjî pir pêşketî ye."
Li her derê ev çand hene. Dengbêjên ku piraniya wan xwendin û nivîsandinê nizanin. Ew gund bi gund û cih bi cih digerin û roj û demê derbasbûyî yê demê berê bi çanda zargotinê an ku stranbêjî û çîrokbêjiyê tînin roja me ya îro."
Heger em çanda vegotinê yanî devkî baş bişopînin, em ê vegerin ser gotinên pêşiyan. Ji ber ku ew bi tena serê xwe çandeke kemilî û bi bingeh e; ruhê helbestê bi awayekî qerfî û ken me bi peyvan re li hev dicivîne.
Bi soranî ´pendî pêşînan´ jê re dibêjin, bi zazakî ´vateyê verêna´. Ev jî çandek û xemlek e ji wêjeya gelêrî ku serborî, tecrube û rabirdûya civakan bi awayekî zargotinî û bi bandor rave dike. Gotinên pêşiyan; raman û hestên raya giştî, nexşerêya helwêsta jiyana neteweyî, rengvedana zanist û çanda gel, paşxaneya daneheva civakî û hilberînên binehişa kolektîfî ye.
Lêkolînên yên wek Hîlmî yê Siwêregî yên di rojnameya Jîn de jî di navbera salên 1918-1919´an de weşiyane, ya ku bi navê "Kürdlerde Durûb-ı Emsâl" xebatên pêşîn ên li ser gotinên pêşiyan bi vî rengî bûn.