Goran di sala 1904’an de li bajarê Helebçe ji dayîk dibe. Xwendina xwe ya seratayî li medresê dest pê dike, li vir xwe fêrî zimanê Erebî, Tirkî û Farisî dike. Di sala 1919’an de ku piştî ku bavê wî wefat dike ji bo xwendinê diçe Kerkûkê.  Di  17 saliya xwe de (1921) pexşaneke wî di rojnameya Pêşkewtin de tê çapkirin. Dîwana wî ya bi navê “Geştî Hewreman” di sala 1931’ê de li Silêmanî tê çapkirin.

Piştî wê jî vedigere Helebçe weke mamoste dixebite. Di salên şerê cihanê yê duyemîn de (1940-1945) li Filistînê di Radyoya Yafa beşa Kurdî de dixebite. Di wexta şerê Duyem ê Cîhanê de, Refîq Çalak û Goran û Remzî Qezaz hatin hilbijartin û ji bo di êstgehê de bixebitin çûn Yafaya Filistînê. Wê demê li wir bi gelek zimanan êstgeha rojhilata nêzîk hebû ku ser bi “BBC”ya Birîtanyayê bû. Li vê êstgehê ji bo artêşên “Îngîltere, Fransa, Emerîka”yê propagende dihate kirin.

Bi bernameyên Kurdî yên radyo dê li dijî faşîzmê amade dike. Di navbera salên 1951- 1952’yan ji aliyê rejîma kevneperest ya Iraqê be tê girtin. Piştî ku ji zindanê derdikeve, li Silêmaniyê dibe sernûsere rojnameya  Jîn’ê.


Bi rêbazên modern şiîrên xwe bi Kurdî dinivîse

Di navbera salên  1954-1958’an de, sê caran dîsa ji aliyê rejîma Iraqê ve tê girtin. Piştî serkevtina Şoreşa Gelawêjê, di 1958’an de ji aliyê Sovyetê tê şa’ir Goran vexwendin û diçe li Êrîvanê beşdarî bernameyên wêjeyî dibe.

Goran, di 1959’an de dibe sernûserê kovara Şefeq û di heman salê de dibe endamê desteya nûsarên kovara Azadî. Di sala 1960’yî de dibe Mamosteyê şi’îr û edebîyata Kurdî li Zanîngeha Bexdayê. Di sala 1962’yan de bi nexweşi şêrpenceyê ve koçî xwe ya dawî dike.

 Di destpêka şêweya helbesta wî de, bi “erûza” Erebî dinivîse. Ji ber ku Goran heta wê demê di bandora klasîkên helbesta Erebî û Farisî de bû. Piştî ku ferî zimanên Îngilîzî dibe, bandora edebiyatên biyanî, ji helbestên wî kêm dibe û bi şêweyekî nûjen û bi rêbazên modern şiîrên xwe bi Kurdî dinivîse.


Formên nû yên helbestê anîya nav wêjeya Kurdî

Bandora helbestkarên romantîk yên weke “W. B. Yeats, Oscar Wilde, Keats,  Goldsmîth,  Wrizdoth” di helbestên wî de xwe dide der.  Av û hewaya şiîra romantîk a Înglîzî di beşek şiîrên Goran de bi rengekî taze derdikeve pêş. Goran gelek teknîk û formên nû yên helbestê anîya nav wêjeya Kurdî. Rexnegirên Kurd, berhemên Goran bi sê qonax dabeş dikin: Qonaxa  destpêkê/ Klasîk (1921-1933), Qonaxa  Romantîk (1933-1950) û Qonaxa  Realîzma Şoreşgêrî (1950-1962).

“Helbestkarê nûxwaz, Ebdulla Goran, dibe ku yekem nûserê Kurd be ku di sala 1950’an de terma “şano”yê bi kar anîbe. Ev yek jî, di helbesta “Cîlwey Şano” ya di dîwana “Firmêsk û Huner”ê de, ku di sala 1950’an de li Bexdayê, li çapxaneya Mearîf hatiye çapkirin.” (Ferhat Pîrbal)


“Operetî Guliy Xwênawî”

Li Silêmaniyê bi pereyên ji bo şanoyên hatibû berhevkirin ku ji du hezar dînar pêk dihat, ji bo opereta Gûlî Xwênawî (Gula Sor a Xwînî) ya Goran hatibû xerckirin. Opereta ku ji aliyê Thomas Bois bi “Ode to the Skylark”(Qasîdeyek bo Tîtî) a Shelley re tê berawirdkirin, ji axaftineke navbera kur û keçekê ve dihat lîstin. (Rola keçikê jî ji aliyê mêrekî ve dihate lîstin.) Pêşandeyên ji helbestên neteweyî yên Goran li ser sehneyê ew mînak in ku şano ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve wek sazkirina nasnameyeke neteweyî çandî û bidestxistina mîrata çanda neteweyî bi riya sehnekirina folklor, mît û efsane û klasîkên wêjeyî, çawa hatiye amrazkirin.

Di sala 1946’an “Guliy Xwênawî” a Ebdullah Goran, li Silêmaniyê, ji aliyê Şêx Nurî Şêx Celal û ji aliyê Lawaniy Silêmanî ve tê lîstin. “Operetî Guliy Xwênawî” bi derhêneriya Kamûran Mukrî di sala 1947’an de li Hewlêrê tê pêşandan. “Guliy Xwênawî” bi derhêneriya İzzeddîn Elî û ji aliyê koma Mala Mamosteyan ve, di sala 1952’yan de li Dihokê tê lîstin. Di 1972’yan de “Guliy Xwênawî” weke opereta Abdullah Goran, bi derhêneriya Ehmed Salar ve li Bexdayê tê pêşandan.  


ÇETOYÊ ZÊDO