
Koordînatora Ozgur Gun TV a ku dê 6’ê Nîsanê de li ser Turksatê derbasî weşana neteweyî bibe Ayşe Kara diyar kir ku ew ê bi weşangeriya çand-huner û jiyana civakî ya bi rêgez bikin û li Tirkiyeyê bibin deng û zimanê gelan ê hevpar.
Ozgur Gun TV ligel hemû pêkûtî û astengiyên dewletê piştî weşangeriya herêmî ya 13 salan dê 6’ê nîsanê de derbasî weşana neteweyî bibe. Kanal a ku ji 1’ê çileyê heta niha weşana ceribandinê dike dê li ser esasê çand-huner, civak, jiyan û ekolojiyê weşanê bike. Ozgur Gun TV dê bernameya “Dergûşa çandê” ya ku ji 23’ê Adara 2006’an heta niha dike jî bidomîne. Dîsa bernameyên wekî “Gulistana Dilan”,“Destar”,“Ekojiyan”, “Sînemêj” jî di televîzyonê de bên weşandin. Her wiha bi bernameyên “Rojamed” “Nûjiyan” jî bên weşandin û mijarên siyaset û jinê dê bên nîqaşkirin.
Îdiaya alternatîfbûnê
Koordînatora Bernameyan Ayşe Kara diyar kir ku di dema weşanê de wan gelek pêkûtî dîtine û lê tu caran ji rêgezên weşanê tawîz nedane. Kara got ku ew ê dîroka civakê, çand û zimanê di bernameyên xwe de esas digirin û ji ber ku bûne dengê gelekî her tiştên wan hatiye qedexekirin gelek bi polîtîkayên cezakirinê re rû bi rû mane. Kara wiha got: “Dewletê her tim hewl daye çand û zimanê gelê Kurd tune bike, asîmîle bike. Weşangeriya Kurdî ji ber vê yekê ji bom e girîng bû. Li Tirkiyeyê destûr nedan kanaleke ku rastiya gelê Kurd bîne ziman. Em li hemberî van pêkanînan wekî îdiaya alternatîfekê derketin rê.”
‘Gel dixwaze xwe bibîne’
Kara anî ziman ku israra wan a bi weşana Kurdî hiştiye ku li Tirkiyeyê bi zimanên cuda weşangerî bê kirin û wiha axivî. “Têkoşîna me ya di weşangeriya Kurdî de gelek tişt ji zimanên din jî da qezenckirin. Gun TV'ê di vî warî de rê ji destpêkan re vekir. Belgefîlmên Kurdî, fîlm, reklam, nûçe û hwd.” Kara destnîşan kir ku di dema weşana nû de dê li ser esasê çand- huner û ziman weşangeriyê bikin û di vê mijarê de pêşniyarên gelan girtine û wiha pê de çû: “Me bi gel re nîqaş kir û pêşniyarên wan girt. Gel dixwaze xwe û dîroka xwe bibîne. Çanda xwe bibîne.”
Kara bilêv kir ku kevneşopiya çapemeniya azad û rêgezên wê ve ew ê Amedê derbas bikin û weşanê ji bo hemû Tirkiyeyê bikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Gun TV dê bibe deng û zimanê hemû gelên ermen, Kurd, Asûrî, sûryan, keldanî, ereb ên li Tirkiyeyê dijîn. Em ê kolan bi kolan bigerin. Ji gel rêveber, şaredarî û siyasetmedar çi dixwazin em ê van pirsyar bikin. Em ê bibin dengê herêman.”
AMED