Nivîskarê 54 salî bi romana xwe “The Sellout” rexne li nijadperestî û tabûyên civakî kirine û bi vê yekê xelat bi dest xistiye. Berê xelata Man Booker didan nivîskarên Îngilistanê û nivîskarên Komara Îrlandayê lê ev sê sal in didin nivîskarên welatên din ên Îngilîzî diaxivin. Par nivîskar Marlon James bi romana xwe “A Brief History of Seven Killing” xelat girtibû.
Îsal di nav berendamên xelata Man Booker de pirtûkên “Hot Milk” (nivîskar Deborah Levy), “His Bloody Project” (nivîskarê Skoçî Graeme Macrae Burnet), “Do Not Say We Have Nothing” (Madeleine Thien), “All That Man Is” (David Szalay) û “Eileen” (Ottessa Moshfegh) hebûn.
Sîteyên îdîayan romana “Do Not Say We Have Nothing” wekî favorî nîşan dabûn.
LONDON