ARIF SILÊMAN / ANHA/ŞEHBA
Xelkê Efrînê piştî dagirkirina warê wan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, neçar man ji warên xwe derkevin û berê xwe bidin kantona Şehbayê. Şêniyên Şehbayê û yên Efrînê ku hatine Şehbayê, ji ber wêranbûna binesaziya gundên herêmê ku çeteyên DAIŞ`ê û çeteyên Tirk di dawiya 2015`an de dagir kiribûn, zehmetiyan dikişînin.
Şaredariyên gel ên kantona Şehbayê û Şaredariya Gel a Efrînê ji bo peydekirina pêwîstiyên gel yên di nav kampan de, dixebitin.
Gundiyên Bênê yê navçeya Şêrawa yê girêdayî Efrînê ji ber pirsgirêka ava vexwarinê zehmetiyan dikişînîn. Ji bo çareserkirina pirsgirêka gund, û bi taybetî pirsgirêka ava vexwarinê, Şaredariya Gel komîteyek ava kir.
Têkildarî mijarê Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Efrînê, Feêq Ehmed axivî û got, Şaredariya Gel gavên baş avêtine û xebata wan a ji bo xizmeta şêniyan wê dewam bike.