33'yemîn rûniştina doza 104 jê girtî 152 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn dadgeha cezaya giran a Amedê hat dîtin. Parêzer Bariş Gungor belgeya îngîlîzî pêşkêşê kir û got; "em belgeyeke din a bi zimaneke din ya nayê zanîn pêşkêşî we dikin." Serokê dadgehê jî li ser vê yekê ji parêzer re got; "Demogojî neke." Parêzer Gungor jî li ser vê yekê got; hevoka zimanê nayê zanîn em ji we hîn bûn. Bi hezaran salan e we zamên gelekê tune hesiband."
33'yemîn rûniştina doza 104 jê girtî 152 siyasetmedarên Kurd li 6'emîn dadgeha cezaya giran a Amedê hat dîtin. ji 104 girtiyan 96 girtî û Şaredara Rezanê Yuksel Baran ku bê girtî tê darizandin, û mûdafîyên girtiyan tevlî rûniştinê bûn. Beriya rûniştin destpê bike, Parêzer M. Emîn Aktar axivî û diyar kir ku ji ber mûwekkîlên wan di şînê de ne dixwazin navberê bidin darizandinê.


'Zimanê hezarê salan tune tê hesibandin'

Piştre hevdîtinên telefonan ên bi girêdayî Osman Ocaklik hatin xwendin. Piştî xwendinê Parêzer Bariş Gungor axivî û got; "Tu têkiliya mûwekkîlê wî bi van hevdîtinan nîne e." û xwest qeyda deng bê guhdarkirin. Gungor destnîşan kir ku di bin navê şahidê nepenî de gelek tiştên derew tên gotin û wiha axivî: "Tê gotin ku rêxistineke çekdarî heye. We kîjan çeka rêxistinê, kîjan teqemeniya wê girt. Kesên ku we girtine endamên heman partiyê ne. Em dixwazin hûn dosyaya Kemal Polat bînin û li dadgehê lêkolîn bikin."

Gungor piştre belgeya îngîlîzî pêşkêşî dadgehê kir û got; "me belgeyeke din a zimanê wê nayê zanîn anî." Serokê Dadgehê Menderes Yilmaz jî got; "min ji bo Kurdî negot; zimanê nayê zanîn. Min got; zimanê ku em nizanin. Demogojiyê nekin." Parêzer Gungor jî li ser vê yekê got; hevoka zimanê nayê zanîn em ji we hîn bûn. Bi hezaran salan e we zamên gelekê tune hesiband."

AMED