Komeleya Oldarên Êlihê (DÎADER) 1’emîn Kongreya xwe ya asayî li Salona Konferansê ya Şaredariya Êlihê pêk anî. Endamên DÎADER’ê, Hevserokê Rêxistina BDP’ê ya Êlihê Şehmus Aslan, Serokê Navçeya Navçeya Navendî Şerîf Çakar, Serokê MEYA-DER’ê Yaşar Kurt, Cîgirê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, rêveberên bDP’ê, emdamên meclîsa şaredariyê û gelek welatî beşdarî kongreyê bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.

Serokê DÎADER’a Êlihê Îzettîn Ege di axaftina xwe de der barê xebatên ku kirine de agahî da. Piştre jî Serokê Komeleya Oldarên Amedê Zahît Çêftkuran axivî û got ku barê wan giran e. Çîftkuran destnîşan kir ku AKP’ê li ser ol siyasetê dike û o qirêj dike, lê ew ê destûrê nedin vê yekê. Şehmus Aslan û Serhat Temel jî axivîn û piştre jî raporên xebatê û maliyeyê hatin xwendin. Di kongreyê de ji bo rêveberiyê Îzzetîn Ege, Hamza Tîryakî, Necmettîn Îlhan, Ahmet Eşîyok, Kasim Koç, Cesîm Bozkur û Talat Turhan hatin hilbijartin.

ÊLIH