Endama Parlamentoya Iraqê ya fraksyona PDK’ê Eşwaq Caf got wan weke partî gelek caran ji hikûmeta Iraqê re gotine bila Tirkiye û Îranê hişyar bikin ji bo rêzê li serweriya Iraqê bigirin, lê li hemberî vê yekê hikûmeta Iraqê bi erka xwe ranebûye. Di mesele dagirkeriya Tirk de ya li Başûrê Kurdistanê mûxatabên meselê hev sûcdar dikin. Endama Parlamentoya Iraqê ya fraksyona PDK’ê Eşwaq Caf diyar kir ku Hikûmeta Iraqê erkê xwe pêknayne û got; “Iraq li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê bi erka xwe ranabe. Li Parlamentoya Iraqê biryar hatiye dayîn ku leşkerên biyanî yên di nava xaka Iraqê de werin derxistin, lê Hikûmet vê yekê nake û rolê xwe nalîze.” Dikare bi rola xwe rabe Caf got ku Hikûmeta Iraqê dikare bi rêya Wezareta Derve rola xwe rabe û wiha peyivî: “Iraq dikare bi rêya Wezareta Derve rê li ber binpêkirinan bigre û rolê xwe bilîze. Lê Hikûmet divê yekê de durûtiyê dike. Me çend caran ji Hikûmeta Iraqê xwest ku daxwaz ji Îran û Tirkiye bike da ku rêz li serweriya xaka Iraqê bigire. Lê hikûmetê gavên pêwîst yên di vê barê de neavêtin.” Gelo erkê PDK’ê? Parlamentera PDK’ê Caf, li ser pirsa “Gelo erkê PDK’ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de divê derbarê de çi ye” jî got; “Wana erkê xwe li Bexda bicih aniye, li parlamentoyê biryara pêwîst a di vê barê de hatiye derxistin.” n HEWLÊR

17 kes bi çekên Tirkan mirin!

Li Başûrê Kuridstanê çekên di deh rojên dawî de 17 kes bi çekên Tirkan hatine kuştin. Ev çek ji Tirkiyeyê bi qaçaxî tên û di bazaran de firotin û kirîna wan serbest e. Bajarên herêma Kurdistanê bi taybetî, Hewlêr bûye navenda firotina çekên bê destûr. Li gorî agahiyan, ev çek ji Tirkiyeyê derbasî herêma Kurdistanê dibin û di bazaran de bi awayekî serbest bi 100 dolarî peyde dibin. Di rewşeke welê de ku bi rihetî çek tên peydekirin, rêjeya kuştin û xwekuştinê jî zêde bûye. Hat destnîşankirin ku ji van 17 bûyerên kuştinê 3 ji wan jin in. HEWLÊR