Saziyeke Fikrî ya Amerîkî Rand Corporation, di rapora xwe ya Tirkiye de îddîayeke balkêş kir û got, ji ber ji wezîfegirtinê û girtina fermandaran, di nava artêşa Tirk de nerazîbûneke ciddî heye û dibe veguhere hewldana darbeyeke li dijî desthilatê.
Bi îddîaya peywendiyên gelek fermandarên payebilind ên artêşa Tirk û cemaeta Fethûllah Gulen bi hev re heye, ji mîzansena darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an heya niha gelek fermandarên artêşa Tirk ên di kademeyên cûda de yan ji kar hatine dûrxistin yan jî hatine girtin.
Rojnamevan Can Dûndar ku li ser vê îddîayê ji malpera ‘Ozguruz’ re axivî û got, Erdogan vê metirsiyê dibîne û ciddî jî digire.
Can Dûndar xwe dispêre çavkaniyeke nava AKP’ê û têkildarî mijarê ev zanyarî dide, “Çavkaniyeke ji nava AKP’ê, berê niha demekê di sohbeteke taybet de got, ‘Sedema tezkereya ji bo Lîbya û Suriyê ew e ku bala artêşê ji pirsgirêkên navxweyî bizivirînin ser derve.”
Li gorî axaftinên Dûndar kesek ji nava mûxalefetê jî diyar kiriye di nava artêşê de nerazîbûnên cidî ji desthilatê (AKP-MHP) heye.
NAVENDA NÛÇEYAN