Hincet jî; ji ber ku her sal 26 hezar penaber ji vir derbasî welatên YE’yê dibin.  Endamê Partiya Gel a Rastgir a Danîmarkê û Endamê Parlamentoya Ewropayê Morten Messerschmîdt jî ev yek piştrast kir û got, “Biryarek di cih de hatiye girtin û biryarek pêwîst e jî.”  Li gorî nûçeya rojnameyên Yewnanîstan nikarê pêşî li penaberên ji Tirkiyeyê cihên din tên bigire, ji ber vê jî Yekitiya Ewropayê biryar girtiye û ev biryara ji Schengenê avêtinê dê roja înê were aşkera kirin.  Morten Messechmidt jî diyar kir ku Yewnanîstan êdî ji bo YE’yê bûye wekî zarokê xwedî pirsgirêk û wiha domand: “Penaber bi hêsanî ji Tirkiyeyê tên Yewnanîstanê bi hêsanî dikarin li nava bajarên Ewropayê bigerin. Ji ber vê jî divê êdî em bidin nişanê Yewnanistanê ku têkiliyên wî bi YE’yê re bi dawî bûne. Ev li hemberî Yewnanîstanê gava yekemîn e. Piştî ku Yewnanîstanê îflas jî kir em wê bibînin wê çi be.”

Tê diyarkirin ku di sala 2010’an 104 hezar penaber bi riyên qaçax derbasî Ewrûpayê bûne û ji vana 88 hezar kes li ser Yewnanîstanê re derbas bûne. Ewropayê ji bo ewlehiya sînor bi boneya salên 2006-2013’an 350 milyon euro alîkarî dabû Yewnanîstanê.

LONDON