Ajansa ITAR-TASS a Rûs ragihand ku wê mertal li bajarên Kurdan were bicihkirin. Rojnameyên nêzî AKP’ê jî diyar dikin ku wê metalê fuzeyan li Amedê were bicihkirin. Rojnameya Zaman îdîa kir ku wê Mertalê Fuzeyan li baregeha leşkerî ya gundê Pîrînçlî yê Amedê were bicihkirin. Li gor nûçeya rojnameyê wê navenda fermandeyê (komuta) a mertalê fuzeyan li 2’emîn Fermandariya Tektîkî ya Hewayî ya Amedê were bicihkirin. Tê gotin ku wê heta dawiya salê AN/TPY-2 were danîn û navendek a kontrolê li Almanyayê jî were danîn.
Wê li vê navendê nunerek di asta general de were bicihkirin û ew ê bibe xwediyê kontrolê. Her wiha wê bi xêra radara NATO’yê ya li gundê Pîrînçlîyê sînorên Sûriye, Îran û Iraqê werin kontrolkirin. Sîstemek a weke vê jî wê li Mêrdînê be. Her du radar jî wê ji nû ve werin aktîfkirin.
Her wiha tê diyarkirin ku wê fuzeyên Patriot li 2’emîn Fermandariya Textîkî ya Hewayî ya Amedê were bicihkirin. Di dema şerê Kendava Besrayê de fuzeyên patriot li Amedê hatibûn danîn.

Dîplomasiya Îran-Rûsya 
Her wiha piştî ku Tirkiyeyê bi fermî ragihand wê bicihkirina mertalê fuzeyan qebûl kiriye, dîplomasiya di navbera Rûsye û Îranê de zêde bû.
Nûnerê Herdemî Rûsya yê NATO’yê Dimitry Ragozin ragihand ku ew ê ji bo bicihkirina mertalên fuzeyan biçe Îranê û hevdîtin pêk bîne.
Dmitry Ragozîn daxuyanî da ajansa fermî ya Rûsya Ria Novosti ragihand ku ew ê di hevdîtina xwe de bi rayedarên Îranê re der barê bernameya nukleer a Îranê û bicihkirina mertalên fuzeyan ên NATO û DYA’yê de gotûbêj bike.
Ragozin got; “ Îran dixwaze di mijara danîna mertalê fuzeyan de zêdetir agahî werbigire. Em jî dixwazin Îranê der barê hewldanên DYA û mutefîkên wî yên ku di van mijaran de Îranê piştguh dikin de agahî bidin Îranê.”
Li gor çapemeniya Îran û Rûsyayê Dmirty Ragozîn ji aliyê rayedarên Îranî ve hatiye vexwedindin.
Her wiha Rûsyayê ‘fuzeyên bi aqil’ a ku dikare mertalê fuzeyan kun bike ceribandin. Fuzeya bi navê RS-12 M “Topol” ya di sala 1988 de li baregeha Plîsetks a fezayî hatibû çêkirin, serikek nûjen hate ceribandin. Fermandariya Yekîneya Leşkerî ya Fezayî ya Rûsyayê ragihand ku di çend deqeyan de fuze tam li hedefa xwe ya 8 hezar km dûr a li nîvgirava Kamçatka ketiye.

Rayedarên leşkerî ji ajansa Interfaxê re ragihandin ku her çendî fuze kevne jî tu girîngiya ceribandinê tune ye û gotin; “Di ceribandinê de ne fuze, dibitiya girtina fuzeyê ya ji aliyêdimin ve hatiye ceribandin. Dema serik berê xwe dide hedefê li parçeyan belav dibe, radar nabîne, û her wiha xwedî qabîlyeta manewrayê ye. Hatiye piştrastkirin ku mertalê fuzeyê yê ji aliyê DYA’yê ve hatiye danîn nikare parçe bike û ceribandin bi ser ketiye.”

ENQERE