Li Kobanê komên huner xwe ji bernameya Newroza îsal re amade dikin. Komên şanoyê wê mijara xwe bikin zilma dagirkeriyta Tirk li Efrînê û Berxwedana Serdemê. Komên muzîkê jî ji bo performansa xwe ya herî baş temrîn dikin.
ZANA SEYDÎ / ANHA / KOBANÊ
Komên huner ên li Kobanê amadekariyên Newroza 2019`an dikin. Her komek bi helbest, stran û şanoyan xwe amade dike da ku di cejna Newroza îsal de bi dewra hunerê xwe rabin.
Gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê mîna her sal, amadekariyên cejna Newrozê dike. Li Rojavayê Kurdistanê, di 21’ê Adarê de şêniyên ku ji tevahiya gundan, bajarokan hatine, li navendên bajaran kom dibin û Newrozê pîroz dikin. Cejna Newrozê di bihara 2009`an ket nav lîsteya UNESCO’yê ya mîrateya çandî ya cihanê û pê re jî bû xwedî xisleteke cihanî jî.
Kobanê xwe amade dike
Gelê Kurd bi rêya şahiyên ku di serdemên derbasbûyî de li bajarên Kurdistanê hatin lidarxistin û bi rêya sloganên ku berz dikirin, wêneyên ku radikirin û komên ku tev li şahiyan dibûn, zilm û zordestiya pergalên serdest û komkujiyên wan pergalan der heqê gelê Kurd de li Sûriye, Tirkiye û Iraqê li ber çavên cîhanê pêk hatine, rave dikir.
Gelek komên hunerê; şano, govend û hunermendên herêmî yan jî yên ji dewletên din hatine, berhemên xwe pêşkeşî şêniyan dikin.
Herçî Kobanê ye, beriya ku şahiya mezin dest pê bike, komên Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê yê Bakurê Sûriyê, amadekariyên cejna Newrozê dikin.
Şano û huner wê bibin Efrîn
Koma Şehîd Yekta ya şanoyê ji 7 endaman pêk tê. Şanoyeke li ser binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Efrînê amade dikin ku wê behsa kuştin, talankirin û êşkencekirina li şêniyên kantona Efrînê bike.
Mihemed Hec Kerio yek ji endamên koma şanoyê ye; û wî got, ew hewl didin peyama xwe girêdayî tehlûkeya rewşa Efrînê û binpêkirinên Tirkiyeyê li ber çavên cihanê ragihînin.
Ji aliyê xwe ve Koma Gulav a stranan, Koma Şehîd Sînan a govendê, Koma Şehîd Bêrîvan, Koma Miştenûr, Koma Botan, Koma Çand, Koma Laleş, Koma Ciwanên Botanê hewl didin bi stranên xwe yên şoreşgerî û gelêrî beşdarî pîrozbahiyên fermî yîn cejnê bibin.
Koma Gulav ji 3 hunermendên kor ên Kobanî pêk tê; her du bira Ehmed û Mistefa Wehab û Erdal Yabse. Kom dê bi 2 stranan bi navnîşanên `Newroz Newroz`, `Kirasê azadiyê li te tê` û helbesteke bi navê `Hezkirina Kurd` di pîrozbahiyê de hunerê xwe nîşan bide.