Jinên Navenda Çand û Hunerê ya Dicle Firatê ji bo avahiya wan li Sûrê ye şerê li Sûrê ji nêz ve nas dikin. Koma Jinên Sûrê ku ev nêzî 6 mehan e xebatên xwe yên govendê dimeşinin, di çarçoveya Mihrîcana Çand û Hunera Kurdî ya ji aliye Navenda Çand û Hunerê Mezopotamya ve ya li Stenbolê hat lidarxistin, bi navê xwe yê Koma Jinên Sûrê cara yekem derket pêşberî gel. Koma Jinên Sûrê dixwaze bi çandê bibe bersiv li dijî polîtakeyên şerê qirêj.


Bersiva qirkirina çandî

Mamosteya Koma Jinên Sûrê Berîvan Kizil a ku ev nezî 15 salan  e di nav xebatên Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê de cih digire, ev 8 sal in jî wek mamosteyekê cihe xwe di nav xebatan de digire. Kizil, anî ziman ku wan xwest wek xebatkarên çandê ji aliye çandî ve bibin bersiva şer û weha peyivî: “Ji ber vê yekê jî me xebatên xwe lêzgintir dan meşandin. Jixwe, aliyekî qirkirina li Sûrê çandî ye. Li dijî vê qirkirinê em fikirîn ku jin wê pêşengiyê bikin û me navê Koma Jinên Sûrê li koma xwe kir.” 


 AMED