Komîteyeke xebatê ya taybet a girêdayî Navenda Karûbarên Olî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê dest bi xebatên sererastkirina Dibistana El-Şerîe kir.
Dibistana ku 1993`yan ava bûye, piştî dagirkirina Minbicê çeteyên DAIŞ`ê wekî girtîgeh bi kar anîbû. Her wiha zarokên ku çeteyan navê ‘Eşbal El-Xîlaf’ (Zarokên xîlafetê) li wan dikir, li wê derê perwerde dikirin.
Her wiha çeteyan li aliyekî dibistanê jî madeyên teqemenî û fûze çêdikirin. Piştî du salan ji dagirkirina wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve, di 17`ê Tîrmeha 2016`an di Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla de şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dibistan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir.
Niha careke din tê avakirin
Ji ber şer û pevçûnên di dibistanê de, dibistan xirab bûbû. Lê niha dibistan tê sererastkirin. Di vê çarçoveyê de serokê Navenda Karûbarên Olî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Elî El-Cemîlî anî ziman ku ew hemû karê serastkirinê dişopînin. El-Cemîl diyar kir ku rêveberiya Minbicê 2 milyon Lîreyên Suriyeyê ji bo kar û xebatên sererastkirinê dane dibistanê.
ANHA/MINBIC