Hikumeta Herêma Kurdistanê biryar da ku Dibistanên Herêma Kurdistanê ên ji bo koçberên ji Rojavayê Kurdistanê bigire. Şagirtan bi çalakiyekê xwest dibistanên wan neyên girtin. Li gorî weşana fermî ya YNK´ê PUKmediayê belav kirî, berdevkê Wezareta Perwerdehiyê Seman Sîyolî got, piştî 6 salan Hikumetê biryara veguhestina xwendekarên Rojava ji bo dibistanên Hêrêmê daye. Lê li aliyê din doh mamesto û xwendekarên van dibastanan ligel malbatên wan li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî xwepêşandan kir û daxwaz kir ku dibistanên wan neyên girtin, lewma ew bêne girtin, zarokên wan dê bê xwendin bimînin. Sîyolî got, ji ber ku Rêxistinên Navneteweyî alîkariya ji bo van dibistanan qut kiriye, ew dê dibistanan bigirin. Li 4 dibistanên taybet ên Kurdên ji Rojava ên li Hewlêrê heta niha 2 hezar şagirtan dixwend.
HEWLÊR