
Ji bo ku zarokên di kampa Robar a navçeya Şêrewa ya Efrînê de ji xwendina xwe neyên qutkirin, Desteya Karûbarên Civakî bi hevkariya Desteya Perwerde û Hînkirinê yên Kantona Efrînê dibistaneke zarokan ji bo 55 zarokên kampê vedike.
Berpirsyara Buroya kampên koçberan a kantona Efrînê ya girêdayî Desteya Karûbarên Civakî, Ferîde Cirnas derbarê vê mijarê de ji ANHA’yê re axivî û got, ji erka wan e xizmeta koçberan bikin û dibistanekê ji zarokên koçber re vekin.
Ferîde Cirnas destnîşan kir ku ev nêzî sê sal in zarokên koçber ji xwendinê veqetiyane û ji bo zarok careke din vegerin dibistanan ew ê bi hevkariya Desteya Perwerde û Hînkirinê di kampê de dibistanekê ji zarokan re vekin.
Kantona Efrînê mesrefan digire ser xwe
Cirnas got ku hejmara zarokan di kampa Robar de yên temenên wan di jorî 6 saliyê de 55 kes in û ew ê zarokan ji rêza yekemîn heta şeşemîn li gorî meteryalên kantona Efrînê perwerde bikin.
Desteya Perwerdeyê û hin komeleyên herêmê dê pêdiviyên dibistanê peyda bikin
Ferîde Cirnas got, Desteya Perwerde û Hînkirinê û hin Komeleyên kantona Efrînê peydakirina hemû pêdiviyên dibistanê girtiye ser xwe. Desteya Perwerdeyê dê mamoste û pirtûkan peyda bike. Her wiha komele jî dê kursî, textê reş û hin pêdiviyên din ji şagirtan re peyda bike.
Sîstema perwerdeyê
Ferîde Cirnas got ku sîstema perwerdeyê ku wê li dibistana kampê de bê meşandin, heman sîstema di dibistanên kantona Efrînê ye û ew jî wiha ye: “Ji bo zarokên Ereb meteryala perwerdeyê ji refa yekemîn heta sêyemîn bi zimanê Erebî bête dayîn. Di rêza çaremîn de waneyeke zimanê Kurdî û di rêza pêncemîn de jî waneyeke zimanê Ingilîzî lê zêde dibin.”
Ji bo zarokên Kurd ên di kampê de jî ji refa yekemîn heta sêyemîn dê bi zimanê Kurdî bê dayîn û di refa çaremîn û pêncemîn de jî zimanên Erebî û Ingilîzî lê zêde dibin.
Rêvebera Buroya Kampên kantona Efrînê ya girêdayî Desteya Karûbarên Civakî Ferîde Cirnas di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistin, komelw û rêxistina NY´ya UNICEF´ê kir da ku alîkariya wan bikin ji bo ku ew jî karibin zarokên di kampê de ji dîmenên şer û pevçûnan dûr bixin.
ROJNEWS / EFRÎN