Piştî ku kongreya Perwerdehiya Civaka Demokratîk di 15-18’ê hizêrana 2015’an de li Kantona Cizîrê hate lidarxistin. Di encama kongreyê de ji bo her kantonekê komîteyek hate avakirin. Her wiha gelek biryarên girîng ên girêdayî dibistan û amadekirina kadroyên perwerdeyê hatin dayîn.
Li Kantona Kobanê û li ser biryarên kongreyê, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk ku ji 6 endaman pêk tê, serdana hemû dibistanên herêmê kirin û pêdiviyên hemû dibistanan qeyd kirin û li gorî vê yekê ji bo pêşwaziya şagirtan bikin, dest bi sererastkirina hemû dibistanan kirin.Hemû dibistanên gundan û 5 yên bajêr dê bêne vekirin
Endamên Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk diyar kirin ku ji ber ku piraniya dibistanên bajêr ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hatine hilweşandin ew ê di bajarê Kobanê de tenê 5 dibistanan “Meştenûr, Şehîd Berfîn, Şehîd Osman, Şehîd Gulîstan û El-Celai” vekirin. Her wiha dê hemû dibistanên gundan vebikin. Kadroyên perwerdekirinê jî tên amadekirin Yek ji biryarên kongra Perwerdehiya Civaka Demokratîk ew e ku meteryalên dibistanên seretayî bi zimanê Kurdî bêne dayîn. Li ser vê biryarê komîteyê jî dest bi amadekirina kadroyên perwerdekirinê kir û di vê çarçoveyê de gelek dewreyên perwerdeyê ji mamosteyên herêmê re vekirin û niha 180 mamosteyên zimanê Kurdî di dewreya Ş. Viyan de tên amadekirin.
Akademiya Ş. Viyan Amara jî dewreyek perwerdeyê bi navê Ş. Perwîn ji 60 mamosteyan re dest pê kir. Her wiha peymangeha Zimanê Kurdî jî ji 250 mamosteyên herêmê re perwerdeyek daye destpêkirin. Saziya Zimanê Kurdî (SZK) jî ji 450 mamosteyên herêmê re perwerdeyên hersê astên zimanê Kurdî dane dest pêkirin.
Li gorî endamên Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk diyar kirin ku ew ê hemû xebatên amadekirina vekirina dibistanan di dawiya meha tebaxê de bi dawî bikin û hemû dibistan dê di 7’ê îlonê de derî ji şagirtan re werin vekirin.