Endamên komîteyên xizmetê yên Komînên Şehîd Şoreş û Şehîd Leyla yên gundê Kalûtê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê û bi armanca pêşxistina perwerdeyê ji SZK’ê û Saziyên Civaka Sivîl ya Navçeyê xwestin ku dibistana gund bê mezinkirin û cihên xirabûyî jî bêne temîrkirin. Li ser vê yekê komîteyên xizmetê yên her du komînan û bi alîkariya SZK û Saziyên Civaka Sivîl dest bi temîrkirina dibistana gund kirin. Her wiha odeyek din li kêleke dibistanê hat avakirin, da ku wekî poleke din bê bikaranîn.

Dibistana gund ji 2 odeyan pêk dihat, ji ber pêla koçberiya ji Helebê û deverên din ên Sûriyê welatî vegeriyan gundê xwe hejmara xwendekaran zêde bûye û dibistan nema têra xwendekaran dike.

Li ser vê yekê endamên xizmetan ên komînê û bi alîkariya SZK’ê û saziyên Civaka Sivîl komîteyek taybet ava kirin, komîteyê alîkarî ji gundiyan berhev kirin, 100 hezar lîreyên Sûriyê hate berhevkirin. Sed hezar lîre jî ji aliyê SZK’ê û Saziyên Civaka Sivîl ên navçeyê hatin dayîn û karê temîrkirinê dest pê kir. Xebatên temîrkirinê didome. Şêniyên gund cihê xwe di nava xebatên temîrkirinê de digirin, da ku beriya dibistan dest pê bike were amade kirin.


HIYAM NEBO/EFRÎN/ANHA