Weqfa Jinan a Navneteweyî (IFWF) li ‘Parlamena Rojava ya Holandayê’, ji bo rojekê dibistana jineolojiyê vekir.

Di parlamenê de ya ku xwediyê projeya New World Summitê ye ku ev du sal in vekirî ye, wê li ser mijarên demokrasiya bê dewlet, modela xwerêveberiyê û cihê jinan a di nav şoreşê de semîner bên dayîn.

IFWF di çarçoveya projeya bi navê ‘Dibistana ji bo xebatên jineolojiyê’ şahiyek li dar xist. Di semînera hatî dayîn de rêveberên weqfa Jinan derbarê xebatên xwe yên 8 salan de qala tecrûbeyên xwe kir. Paşê danasîna xebatên Weqfa Jinan a Hêlîn hat kirin.

Bi daneheva nirxên jinê

Piştî wê berdevka TJK-E’ê Alîye Yurdan danasîna kampanyaya ‘Şideta li dijî jinê polîtîk e / dibe ku ew tu bûya jî’ kir a ku ji Mijdarê ve dest pê kiriye.

Komîteya Jineolojiyê jî dersên jineolojî û pratîkkirina wê da û li ser navê komîteyê Haskar Kirmizigul diyar kir ku jineolojî zanisteke bi pêwîstiya jinên Kurd derketiye holê û jinên neteweyên din jî xwe di nav de dîtine û xwedî lê derketine.

Piştî dana dersan, di bin sê sernavan de xebata atolyeyê hat kirin. Di vê beşê de danasîna xebatên Gundê Jinwar hat kirin û nûnera Weqfa Jinên Azad a Rojava (WJAR) Meike Nack diyar kir ku gundê jinan bi daneheva nirxên jinê pêk hatiye û bi pêş ketiye.

Piştî danasîn û semîneran, hunermend Sosin derket ser dikê û bername bi dawî bû.

 

ANF / EINDHOVEN