
Dibistanên azad
Serokê KURDÎ-DER a Geverê Denîz Bulbun diyar kir ku gelê Kurd bi salan in rastî qirkirina çandî tê û ji ber vê yekê jî bal kişand li ser girîngiya vê dibistanê. Bulbun got ku bi dibistanên azad ên ku bi Kurdî ders bidin ve zarok dê rastiya xwe hîn bibin û wiha berdewam kir: “Ji bo vê yekê 2 herêm hatin diyarkirin, yek ji van Gever e. Gelê Kurd di dîrokê de rastî polîtîkayên asîmilasyonê hatiye û rastî qirkirina çandî hatiye. Êdî zarokên me dê li dibistanên azad rastiya xwe hîn bibin. Her çiqas dewlet dibêje Kurdî serbest e û ji bo xwe dike amûra polîtîkayê jî hê j îli girtîgehan bi dehan siyasetmedarên me yên ku tehamul nakin ew parastina bi Kurdî bikin hene.”
Bulbun da zanîn ku ev dibistanên ku dê bên vekirin li gorî sîstema klasîk a heyî perwerdeyê nedin, li dibistanê zarok dê li gorî daxwaz û eleqeya xwe bên perwerdekirin. Bulbun wiha got: “Em ê li gorî beşan zarokan perwerde bikin. Xebatên me yên teknîkî hatine asta dawiyê. Heta 2 mehan dê înşeate dibistanê jî bê temamkirin.”
Bulbun bilev kir ku ji niha ve nêzî 100 zarokan qeydên xwe çêkirine û wiha got: “Em ê îsal bi 100 xwendekaran dest pê bikin. Em ê bi zimanê xwe dersên xwe bidin. Berê me ev tişt xeyal jî nedikir lê niha em derbasî jiyanê dikin.”
‘Em xweseriya xwe înşa dikin’
Ji mamosteyên KURDÎ-DER’ê Dogan Erguder jî got ku ew ji bo dayîna dersên Kurdî amade ne û wiha berdewam kir: “Em ê li dibistanên azad perwerdeya azad bidin. Em ê bi zimanê dayikê perwerde bidin zarokan. Em bi awayeke zelal xweseriya xwe înşa dikin. Em ê sîstema xwe ya perwerdehiye bidin rûniştandin û zarokên me yên ku temînata pêşerojê ne jî perwerdeya xwe bi zimanê xwe temam bikin.”
Ji mamosteya Aydin Koç jî bang li hemû kesan kir û wiha got: “Ji bo pêşeroja me alîkariyê bidin û piştiriyê bidin xebatên înşakirinê.” Koç diyar kir ku ji ber di nava xebetake wisa dîrokî de ye gelekê kêfxweş e.
SAMÎ YILMAZ/DÎHA/COLEMÊRG