Bi belavbûna pandemiya vîrusa korona (Covid-19) li cîhanê re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Adarê ve rêzetedbîr girtin ku karibe rê li pêşiya vê pandemiyê bigire. Ji wan tedbîran tevahiya dibistan, zanîngeh û peymangeh ji 14‘ê Adarê ve xistin betlaneyê.

Li ser vê biryarê li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 317 dibistan hatin girtin, bi vê yekê 789 hezar û 225 xwendekar ji perwerdeyê qut bûn.

Ev ne cara yekemîn e ku dibistan li herêmê têne girtin. Dema ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê ku di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de dest pê kiribûn, piraniya dibistanan dîsa hatibûn girtin.

Bi armanca ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin û li malê perwerdeyê dewam bikin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alternatîfek peyda kir. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko li ser amadekariyên desteyê yên domandina perwerdeyê got, “Niha, waneyên ku mamoste didin bi dîmen têne qeydkirin, piştre dê li ser kanala Rojava TV werin weşandin. Dê wane ji refa yekê heta refa 11‘an werin dayîn. “

Malbat divê meseleyê cidî bibînin

Kewser bang li şêniyan kir ku bi Desteya Perwerdeyê re hevkar bin, bi cidiyet li zarokên xwe binêrin da ku prosesa perwerdeyê dewam bike: “Erkeke mezin dikeve ser milê malbatan, divê malbat zarokên xwe bişopînin û wan teşwîqî perwerdeyê bikin, reftarên wan kontrol bikin ka çawa dibistana malê bi awayekî mezin bi pêş bixin.”

Kewser Doko got, ew ê belavokên hişyariyê der barê çawaniya bipêşxistina prosesa perwerdeya “Dibistana Malê” de belav bikin. Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko anî ziman ku dê deste bi rêya komîn, meclis û malbatan xwendekaran bişopîne.

 

ANHA/QAMIŞLO