Navenda KURDÎ-DER’ê der barê vekirina serdema dibistanên Tirk de li ber avahiya Şaxa KURDÎ-DER a Amedê daxuyaniyek da çapemeniyê. Namzeta HDP’ê ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli, mamoste û xwendekarên komeleyê beşdarî daxiyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa KURDÎ-DER a Amedê Alî Erdemîrcî daxuyanî xwend. 
Erdemîrcî, diyar kir ku ziman nasnameya gel û neteweyan e û da zanîn ku hemû nirxên neteweyan ên nasnameyî bi zimanê wan tên afirandin. Erdemîrcî destnîşan kir ku gel û netewe bêyî ziman û çandê nikarin hebûna xwe bidomînin û got: “Ji ber vê ye ku dewletên mêhtinger û dagirker, ji bo ku zimanê gelên bindest asîmile bikin û wan ji rastî û kevneşopiya bav û bapîrên wan û civaka wan dûr bixin, di serî de êrîşî ziman û çanda gelên bindest dikin.”




Gelan tune dihesibînin


Erdemîrcî bal kişand ser polîtîkayên bişaftin û tunekirinê yên ku dewlet ev 92 sal in li ser gelê Kurd dimeşîne û got: “Bi qedexekirina zimanê Kurdî û bi binpêkirina mafê herî xwezayî û gerdûnî ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ye, hem li ser gelê Kurd, hem jî li ser gel û neteweyên din ên ku li Tirkiyeyê dijîn zor û zextên mezin dimeşîne û neteweyan înkar dike, tune dihesibîne. Qedexekirina zimanê gelan, înkara hebûna wan e, bi gotineke din qirkirina gelan e.”
Erdemîrcî bal kişand ser daxuyaniyên serokwezîr û serokomarê Tirkiyê û got: “Serokomar û serokwezîrên dewleta Tirkiyeyê derdikevin pêşberî gel û dibêjin ‘Kurd birayên me ne’. Biratî nîşaneya wekheviyê ye. Birayê Tirk bi ziman, birayê Kurd bê ziman nabe. Ji birayan yek têr, yek birçî jî nabe.”
Erdemîrcî li ser morkirin, êrîşên li ser ziman û dibistanên Kurdî jî rawestiya û wiha pê de çû: “Heke li bajarekî wekî Amedê ku ji sedî 98’ê nifûsa wê Kurd e û li vî bajarî dora hezar û 600 dibistanên ku bi zimanê Tirkî perwerdehiyê didin hebin, ji bo bi sedhezeran zarokên Kurd, yek dibistaneke ku bi zimanê Kurdî perwerdehiyê bide ji aliyê dewletê ve zêde were dîtin, deriyê wê bê morkirin û rastî êrîşan were, tu kesa bi wijdan nikare vê yeke wek biratiyê binav bike. Ji bo biratiyê, pêwîst e ji alî dewletê ve gavên çareseriyê bên avêtin, jiyana hevpar li ser mafên bingehîn bê avakirin.” 




‘Em tevlî banga KCD’ê dibin’


Erdemîrcî destnîşan kir ku ji ber vê yekê ew wek navenda KURDÎ-DER’ê tevlî banga KCD’ê dibin û bang li gelê Kurd dikin ku ji 28’ê Îlonê pê ve heftekê dibistanan boykot bikin, zarokên xwe neşînin dibistanan û dibistanan vala bihêlin. Erdemîrcî anî ziman ku armanca wan ne astengkirina perwerdehiya zarokan e, armanca wan ew e ku ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê hişyar bikin. 


 DÎHA/AMED