Berpirsa Dibistana Dayîkê Evîn Taşdemîr ragihand ku dema Dibistana Dayîkê hat vekirin ji ber çavkanî nebûn rastî kêm û kurtiyan hatine û her ku çûne pêş ketine. Taşdemîr da xuyakirin ku li gel 9 xebatkaran ew karê xwe dimeşînin. Taşdemir got:” Xebatkarên me bi dilxwzî vî karî didin meşandin. Taşdemîr ragihandin ku 4 refên wan hene ku 55 zarok têde perwerdeyê dibîn û li her referê 2 perwerdekarên wan hene û kesên ku perwerdeyê didin baş ji psîkolojiya zarokan fêm dikin. Taşdemîr anî ziman ku her sal ew bi pêş ve diçin û got, li Tirkiyê ew bûne modeleke perwerdeyê. Malbatên ku zarokên xwe dibin dibistana dayikê ango dibistana zarokan ji xebatên dibistanê razî ne.
AMED