Şandeyeke eskerî ji Hêzên Operasyona Çalakiyên Nînova li Mûsilê çû serdana Şengalê û li gel yek ji fermandarên YBŞ’ê, Zerdeşt Şengalî jî li dibistanên Şengalê geriya. Şandeyê eşkere kir ku ji bo fermîbûna dibistanên piştî fermanê vebûne, wê hewldanên pêwîst bikin.
Şandeya eskerî ji Mûsilê bi serokatiya Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Operasyona Çalakiyên Nînova, Emîd Ebdulxaliq doh çû serdana Şengalê. Fermandarê YBŞ’ê, Zerdeşt Şengalî û berpirsê Sinûnê, Xwedêda Çûkê şande pêşwazî kir, û tevde çûn dibistanên Şengalê. Emîd Ebdulxaliq têkildarî dibistanên Kurdî yên piştî fermanê bi rêya Meclîsa Xweser a Şengalê hatine vekirin, got, “Ji bo fermîkirina dibistanên Kurdî em ê daxwazên gelê Şengalê yên ji bo dibistanan bigihînin Iraq û Bexdayê. Lê divê fermiyata van dibistanan hebe.” n ROJNEWS / ŞENGAL