Endamê Komîteya Ziman a Koma Civakê Kurdistanê (KCK) Ronî Çavreş û Hacer Hîlal destnîşan kirin ku divê Kurd êdî bi tevahî dewletê red bikin û xwestin xwendekar neçin dibistanan, mamoste jî li dibistanên dewletê perwerdeyê nedin.
Endamê komîteyê Ronî Çavreş bibîrxist ku weke Komîteya Ziman a KCK'ê hefteya borî bi daxuyaniyekê ji raya giştî re banga redkirina dibistanên dewletê kiribûn. Çavreş destnîşan kir ku banga wan ne banga boykotkirinê ye û di pêvajoya têkoşînê ya nû de hedefa wan ew e ku bi hemû têgihiştin û saziyan ji her alî ve dewlet were redkirin û wiha berdewam kir: "Em di nav pêvajoyeke pir girîng de ne. Ev pêvajo têkoşîneke mezin dixwaze. Ev pêvajo mîna 'Bihara Gelan' tê binav kirin. Her çiqasî mîna 'Bihara Ereb' were binav kirin jî di rastiyê de ev pêvajo li Rojhilata Navîn tê wateya bihara gelan û Bihara Kurdan."

Hemû saziyên dewletê tê redkirin

Endamê Komîteya Ziman a KCK'ê Ronî Çavreş bibîr xist ku gerîlayan ji miha Hezîranê ve şerê şoreşgerî yê gel dane destpêkirin û şerê tê meşandin xwedî wateyeke gelekî mezin e û wiha axifî: "Têkoşîna me di roja me de li rojavayê Kurdistanê serkeftinên mezin bidest dixe. Li bakûrê Kurdistanê şerê gerîla pêş dikeve. Lê tenê bi vî şêwazî nabe. Em jî di vê çarçoveyê de hemû sazî û ferzkirinên dewletê red dikirin. Redkirina dibistanan li ser heman bingehî pêş ket. Divê Kurd neçin dibistanên dewletê. Pêvajoya hatiye destpêkirin ji bo bidestxistina gelê kurd a mafên xwe ye."

Ziman hebûn û nasname ye
Çavreş destnîşan kir ku dewlet tiştekî ji bo xêra gelan qebûl nake û bi hemû saziyên xwe asîmilasyonê ferz dike û divê mîsyona dibistanan jî di vê çerçoveyê de were nirxandin. Çavreş di vê mijarê de jî weha got: "Mîna Komîtiya Ziman û Perwerdeyê ya KCK'ê em sîstema perwerdeyê ya dewletê red dikin. Em dixwazin bi zimanê xwe, bi çand û nirxên xwe bijîn. Em dixwazin perwerdeyeke li ser vî bingehî werê dayin. Pêvajoya hatiye destpêkirin jî ji bo vê yekê ye. Di vê pêvajoyê de ya herî girîng ziman e. Ziman ji bo civakê nasname û hebûn e. Ango ya rastî her tişt e. Civakeke ku zimanê wê nebe rastiya xwe jî wenda dike. Ziman taybetmendiya herî bingehîn a gelan e. Beriya her tiştî jî divê civak li zimanê xwe xwedî derkeve. Ji ber ku ji bo civakê amûra herî rewa ya parastinê ye. Ji ber vê yekê me bang li gelê xwe kir ku zarokên xwe neşînin dibistanan. Ev ne banga boykoteke demeke kurt e. Neçûna dibistanê tê wateya redkirina dewletê û sekna li dijî dewletê. Ne tenê em dibêjin bila neçin dibistana seratayî. Em dibê neçin dibistana navîn, amadeyî û heta zanîngehê jî.  Divê mamoste jî neçin û xizmetê ji polîtîkaya asîmilasyonê re nekin. Divê ji bo vekirina dibistanên xwe hewl bidin. Me bang li gel kir ku ji bo bidestxistina mafê pêşxistina ziman hemû rêbazên rewa bikar bînin."

Divê gel heqaretê qebûl neke

Komîteya Ziman a KCK'ê Ronî Çavreş destnîşan kir ku dewlet bi qanûnên nû Kurdan mehkûmî sîstemê dike û pergala 4+4+4 û dibistanên leylî di rastiyê de ji bo kûrkirin û berfirehkirina polîtîkayên asîmilasyonê ne. Çavreş bal kişand ser mijara dersa hilbijarî ya Kurdî jî û ev weke heqareteke li dijî gelê Kurd bi nav kir. Çavreş wiha axifî: "Dayina mîna dersa bijarte ya ziman gelekî heqaret a li heman gelî ye. Biçûkxistin e. Divê gelê me vê yekê qebûl neke û dewletê  ji aliyê hemû têgihiştin û saziyên wê ve red bike. Divê ji dibistan û cihên cemaatê dûr bisekinin. Divê bêjin tu nikare min asîmile bike û heqaretê li me bike."

Qirkirina çandî tê meşandin
Endama Komîteya Ziman a KCK'ê Hacer Hîlal jî  destnîşan kir ku tevgera azadiyê û gelê Kurd daxwaza mafê ziman bi dengekî bilind bilêv dike. Hîlan anî ziman ku li ser gelê Kurd qirkirineke çandî tê meşandin û wiha got: "Bi salane li ser çand û zimanê gelê Kurd asîmilasyon hate meşandin. Di rastiyê de li ser civaka me di her warî de qirkirinek tê meşandin. Di vir de ziman û çand bi taybet hedef e. Tevî ku gelê me çand û zimanê xwe bi rêbazên cûda parastiye jî dîsa tu caran êrîş ne rawestiya ne. Asîmîlasyon carna bi rêbazên tenik tê meşandin. Çanda gelekî bi tevahî tê tine kirin. Ya tê meşandin qirkirina çandî ye. Ev pêvajoya ku me daye destpêkirin pêvajoya sekna li dijî hemû êrîşan û asîmîlasyonê ye. Tevî êrîşên tund ên di qada siyasî de di warê çand û ziman de jî êrîşên bi rêbazên gelekî tenik tên meşandin. Ev pêvajoya me daye destpêkirin ji bo rawestandina van êrîşan e."

'Divê gel helwest nîşan bide'

Hîlal destnîşan kir ku beşdariya herkesî ya pêvajoyê gelekî girîng e û wezîfeyên di kevine ser milê her Kurdî hene. Hîlal bibîr xist ku gerîla bi qehremanî pêngavek daye destpêkirin û divê gelê Kurd jî bersîv bide vê pengavê û li dijî êrîş û asîmîlasyonên dewletê helwest nîşan bide. Endama Komîteya Ziman Hîlal di dawiyê de weha axivî: "Vekirî an veşartî êrîşên dewletê berdewam in. Bêgûman berdelê vê yekê jî heye. Girtin û mirin jî dikarin pêk werin. Ji xwe ev hene. Ji bo ev tev werin rawestandin, tevkujî û qirkirin were asteng kirin divê devlet bi hemû aliyên xwe ve were redkirin. Êdî dem dema vê yekê ye."

SÎNAN DENÎZ / ANF/BEHDÎNAN