Komeleya Lêkolînên Kurdî, dersên xwe yên havînê dan  destpêkirin. Rêveberê komeleyê Eyyûp Sûbaşi bal kişand ser dersên ji bo zarokan, ku cara yekê ye vedikin û got, “Di demên pêş de em ê li taxan jî dibistanan vekin.”

Komeleya Lêkolînên Kurdî pêr dest bi dersên xwe yên havînê kir. Komele bi zaravayê Kurmancî ji bo asta 1, 2 û 3 dersan dide. Komele ew cara yekê ye ku ji bo zarokan jî dersan dide. Gelek kesên ku xwestin betlaneya havînê binirxînin, miracaetî komeleyê kir û elaqeyeke mezin nîşanî dersên havînê da.

Rêveberê komeleyê Eyyûp Sûbaşi diyar kir ku pirsgirêkên ji damezrandina Komara Tirkiyeyê ve ji ber nasnekirina fermî ya Kurdî hene û got, “Li sazî û dezgehên fermî Kurdî “zimanê nayê zanîn” e. Mêjiyê dewletê eve: ‘Em vî zimanî nas nakin û em ê nas nekin; ji bo rakirina wî çi hewce be, em ê bikin’. Ev ji bo Kurdî tehlûkeyeke mezin e. Lewma Kurdî ne dikeve dibistanan, ne dikeve saziyeke fermî û ne jî dibe tabeleya dikanekê.”

Dibistanên Kurdî divê vebin

Sûbaşi xwest dibistanên Kurdî ji nû ve vebin û got, “Hewce bike divê mal bi mal mirov bigerin, û girîngiya van dibistanan rave bikin. Rêveberiyên herêmî û şaredarî jî xwedî erkên girîng in li ser mijarê.” Sûbaşi bi bîr xist ku xebatên têkildarî Kurdî bi pirranî bi parastinê bi sînor in û paşê got, “Ligel parastinê divê di mijara bipêşxistinê de jî li ser Kurdî xebat bên kirin. Divê em Kurdî bikin zimanê perwerde, aborî, siyasî û bazarê.”

Pêşî Kurdî paşê yên din

Sûbaşi tevî ku alîgirê pirr zimanan e jî hişyar dike: “Hin malbat difikirin ku zarokê wan li şûna Kurdî bi Tirkî biaxivin dê serketîtir bin. Li Kurdistanê dayikeke bi zarokê/a xwe re bi 10 peyvên tirkî biaxive, zarokê/a wê dikare bi 100 peyvên Kurdî fikrên xwe bîne ziman. Ji ber vê yekê jî divê dê û bav destpêkê Kurdî hînî zarokê/a xwe bikin. Zarok dikare Tirkî li her derê bixwîne û hîn bibe.”

Sûbaşi di dawiyê de jî mizgîniyeke da û got, “Siberojê em ê li taxan jî dibistanên Kurdî vekin. Ji bo vê yekê pêwîstiya me bi piştgiriya saziyên sivîl û gel heye.”

 

 MA / STENBOL