Hevberdevkê Komîsyona Ziman a KCD'ê Îrfan Babaoglu, tekîldarê gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu ku gotibû ‘Perwerdehiya zimanê Kurdî pêk nayê, zimanê Kurdî ne zimanekê şaristaniyê ye’ nirxand û got: "Ev serkeftina sala borî nîşan da ku zimanê Kurdî yê ku hatî qedexekirin mirov dikare perwerde bide. Ev serkeftina perwerdehiyê ji wan gotinan re bersivek e." 

Babaoglu, qedexeyên li ser zimanê Kurdî û astengiyên li ser perwedehiya zimanê Kurdî ji DÎHA'yê re nirxand. Babaoglu anî ziman ku ji xalên pêvajoya çareseriyê yek jî zimanê zikmakî ye û wiha axivî: "Dewlet mebesta xwe ya der barê ziman de jî nîşan da. Divê dewlet astengiyên li pêşiya perwerdehiya ziman rakiribûya û makeqanûnê jî li gorî perwerdehiya ziman sererast kiribûya. Lê dewlet tu sererastkirinê pêk neanî. Ev daxwaz ne tenê yê gelê Kurd e." 


 ‘Hewldanên xurt nîşan dan’

Babaoglu diyar kir ku daxwaza gelên Anatoliyayê bi pêşxistina ziman re avakirina perwerdehiya zimanê pêşerojê re ye û wiha berdewam kir: "Daxwazên gelên Anatoliyayê jî nehat qebûlkirin. Di ziman de jî nêzîkbûna yekparêz derket pêş. Gelê Kurd di demên dawî de ji ber hebûna xwe û ji ber hebûna zimanê xwe hewldanên xurt nîşan da. Ji vê rojî şûn ve jî ji ber domandina hebûna ziman û perwerdehiya zimanê xwe, vîna xwe danî holê. Vê jî bi 'Rêveberiya cewherî' û jiyana xwe ya rojan e re nîşan dide. Di qada ziman û perwerdehiyê de jî divê ev yek pêk bê." 

Babaoglu destnîşan kir ku sala borî 3 Dibistanên Seretayî ya Zimanê Kurdî hat vekirin û wiha berdewam kir: "Zarok li dibistanên Amed, Cizîr û Geverê perwerdehiya xwe bi dawî kirin. Ji pola yekemîn derbas bûn. Ev serkeftinek bû. Bi serkeftinan re hêjmara dibistanan jî dê zêde bibe. Ev serkeftina sala borî nîşan da ku bi zimanê Kurdî yê ku hatî qedexekirin mirov dikare perwerde bide. Hêzên serdest li Enqereyê dibêje ku perwerdehiya zimanê Kurdî pêk nayê. Ango dibêjin zimanê Kurdî ne zimanekê şaristanî ye. Ev serkeftin ji wan gotinan re bersivek e. Ev serkeftin vîna gelê Kurd nîşan dide."


‘Pêwîste pêşiya perwerdehiya zimanê Kurdî bê vekirin’

Babaoglu da zanîn ku Dibistana Seretayî ya Zimanê Kurdî ya Amedê bi 35 xwendekaran dest pê kir, bi 85 xwendekeran desturyar bû û axaftina xwe wiha domand: "Heger ku zordestiya dewletê li ser dibistanan nebûya, eleqeya li ser dibistanan dê hêj zêdetir bûna. Li gel zordestiya dewletê jî li gorî me eleqe zêde bû. Ji ber ku mirov bi hêstên welatparêziyê nêzîk bûn. Xwedî li zimanê xwe derketin. Ji ber vî yekê tu astengî li pêşiya qeydkirina xwendekaran tune ye." 

Babaoglu herî dawî bi lêv kir ku armanca wan demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye û got ku divê pêşiya perwerdehiya ziman bê vekirin.


OZGUR PAKSOY/RUKEN DEMÎR/DÎHA/AMED