Li Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) betlaneya 15 rojî ya dibistanan bi dawî bû û xwendekaran bi kela canê xwe ji nû ve berê xwe da dibistanan. Li Wargehê 4 dibistanên Seretayî, 2 dibistanên navîn û dibistaneke amedeyî hene ku bi piştî nêzî 3 hezar û 500 xwendekar bi zimanê dayikê lê dixwînin. Piştî ku betlaneya 15 rojan bi dawî bû, doh ev dibistan hemû vebûn. Beriya ku xwendekar bikevin refên xwe, li pêşiya dibistanên xwe kom bûn û sirûda Neteweyî (Ey raqîb) xwendin. Pîştî xwendina sirûdê, ji rêveberiya dibistana Navîn a Şehîd Jiyan, Narinç Gungen li ser girîngiya perwerdê axivî û serketin ji hemû xwendekaran re xwest.
ROJNEWS/KERKÛK