Ji bo ku xwendekar di şertên pêwîst de bêne perwerdekirin jî, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantonê, di demsala havînê de hewl da ku kêmasiyên hene temam bike. Li hinek cihên herêmê ji ber rewşên awarte û pevçûnan avahiyên dibistanan ziyan dîtine, lê li van deran jî xebat hatine meşandin û dê perwerde bê dayîn.
Cîgira Serokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hecî Elî, derbarê mijarê de agahî dan ANHA’yê.
Li gorî agahiyên ku Semîra Hecî Elî dane, wê îsal li tevahiya Kantonê bi giştî 500 hezar xwendar li hezar dibistanan bêne perwerdekirin. Ji van xwendekaran jî 200 hezar ên asta seretayî, 300 hezar jî yên asta navîn û amadeyî (bekelorya) ne.
Qeydkirina zarokan mecbûrî ye
Di çarçoveya amadekariyên perwerdeyê de, Desteyê biryar derxist ku hemû malbat zarokên xwe li dibistanan bidin qeydkirin. Li gorî biryarê qeydkirina zarokan mecbûrî ye û bi vê mebestê ji hemû komîn û meclîsan re giştînameyek hate şandin û hate xwestin ku malbat zarokên qeyd bikin.
Qeydên zarokan ên ku dê biçin dibistana seretayî, li hemû dibistanan têne kirin. Her malbatek li dibistana nêzî xwe wê karibe zarokên xwe qeyd bike.
Li Efrînê 13’ê Îlonê dest pê dike
Li Kantona Efrînê dibistan wê di 13 îlonê de vekin, li tevahiya Efrînê, yanî navçe û navend 259 dibistan hene, 41 hezar û 313 xwendekar biçin dibistanê.
Derbarê metreyalan de jî dê dersên xwendekarên kurd ên refa 1 heya refa 3’yan tevahî bi kurdî bêne dayîn, di refa 4 û 5’an de de dê madeyên erebî û ingilîzî derbasî metreyan bibin. Ji bo xwendekarên ji pêkhateyên ereb jî dê ji refa 1 heya ya refa 3 hemû made bi zimanê erebî bêne dayîn, her wiha dê madeyên kurdî û ingilîz di refa 4 de bê zêdekirin. Di refa 7 û heta refa 12’an de dê dersên erdingarî bi zimanê kurdî û dê semînerên derbarê çand û exlaq bêne dayîn.