
Li ser avakirina Dibistanê Zeyneb Asif axivî û wiha got: " Em gelek kêfxweş in. Em dibistana xwe bi xwe avadikin. Hûn dibînin, her kes biçûk û mezin ji bo dibistanê dixebite".
Di heman mijarê de Bavê Egît Mehemed Osman ku weke hostayê avahiyê axivî û diyar kir ev dibistan bi însiyatîfa gelê gund bi xwe tê avakirin. Li vî gundî tenê yek dibistan heye. Ew dibistan jî ya zimanê bi Erebî ye. Lê ji ber derfet çêbûne, me xwest bi xwe dibistana xwe avabikin. Hemû gund alîkariya me dike. Yên erd da, yê çîmento û bilûk ji bo me anîn û hin kesê gund jî bi para û karê xwe alîkariya me dikin. Her kesê ku alîkariya me dike û dixwaze bibe dilopek ji deriya alîkariya dibistana zimanê Kurdî em wan sipas dikin".
Bi derfetên xwe beşdar dibin
Mehemed Qiliş ku weke niştecihê gund tevlî alîkariya avakirina dibistanê bûye, xêrhatina me dike û bi vebûna Ronahî TV’yê keyfxweş dibe û dibêje; “ Ronahî Tv li gelê Kurd pîroz be” û wiha behsa xebatên dibistanê dike; “Ev biryar me gund tevahî bi hev re girt ku em dibistanekê çê bikin. Xelkê gund yekî erd da me, yekî xîz, yekî çîmento û yekî jî hesin dane me. Yên ku derfeta wan nebû ku tiştekî bidin, her roj tên li vir kar dikin".
Kesê ku ji gundê Ehresê hatine vir û alîkariya gundê Kefersigîrê dikin hene. Nuh Kose yek ji vane û dibêje; " Ez ji gundê Ehresê girêdayî navçeya Ezazê beşdarî kar bûme. Ziman di Qurana pîroz de Xwedê jî behsa wê kiriye. Tiştê herî pîroz ku mirov bi zimanê xwe bizane û kesayeta xwe ya netewî nas bike."
Jina 40 salî Zeyneb Asif jî li ser vekirina Dibistana Kurdî got ku: "Em ê navê dibistana xwe bikin Ronahî, em dibistan xwe bi navê Ronahî Tv bi nav dikin. Ronahî ji bo me mizgîniya Kurda ye. Em ê zarokê xwe bişînin dibistana Kurdî ji bo fêrî zimanê dayîka xwe bibin û ji wan rewşenbîr derkevin û xizmeta civaka xwe bikin".
'Ev pêngav a xweseriyhe ye'
Receb Xarfan ji bo avakirina dibistanê axivî û dazanîn ku: "Avakirina Dibistanê pêngava ber bi Xweseriya Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê tevgerê ve hatiye destpêkirin e. Di vê çarçoveyê de avakirina dibistanê ji bo gundê Kefirsigîrê girînge. Ziman wêneyê civakê ye. Ziman parastina civak û nirxê gelan e. Ji ber vê nêrîna avakirina dibistanê derkete holê. Hin mirovên me yên gund hene ku pir fedekar in ku alîkariya me dikin ji bo avakirina dibsitanê. Ji bo em xweseriya xwe avabikin. Em niha komîn, meclîs û dibistanê xwe avadikin.”
Keça biçûk a 6 salî jî dibêje; “ ez dixwazim bi Kurdî bixwînin.” Keça 13 salî Rîhan jî dibêje; “em dixwazim di vê dibistanê de bixwînim û bibim mamosta û zarokên Kurd perwerde bikim.“
ADNAN MUSTAFA/ XEBAT SEYDO - ANF/HELEP