
Malbata Sîncer tevlî mîhrîcana li ser navê Engîn Sîncer a li gundê Seyrantepe yê ser bi navêçeya Mereşê Bazarcixê dibe; xwîşk û dayika Erdalî gotin, Engîn di zaroktiya xwe de kesekî mirovhez û ruhê têkoşînê pêre hebû.
‘Ew kesekî biaqil û alîkarhez bû’
Dayîka Engîn, Done Sîncer da zanîn ku ew gelekî girêdayî hev bûn û wiha axivî: “Engîn ji nav 5 zarokên min ê herî bi qedr û qîmet bû. Em gelekî girêdayî hev bûn. Ji ber vê girêdana me, hertim bi bavê xwe re şer dikir, ez bi tu kesê re parve nedikirim. Çûyîna wî gelekî li min giran hat. Wê rojê qet û qet ji bîr nakim.” Dayîk Sîncer, behsa zarokatiya Engîn kir û wiha pêde çû: “dema dest bi dibistanê kir, zarokekî gelekî bi zên û serkeftî bû. Dema ji dibistanê dihat, çenteyê xwe datanî malê û diçû alîkariya şivanê gund. Dema em koçberî Elmanyayê jî bûn, alîkarî dida koçberan.”
‘Di her kêliya jiyanê de têkoşîn’
Dayîka Engîn Sîncer got, ew malbateke çepgir in û beriya ku li Mereşê li ser Elewiyan komkujî pêk were, wan koçî Elmanyayê kiriye û wiha axivî: “Engîn dema diçû dibistana navîn tevgera azadiyê nas kir û di nava rêxistina ciwanan de cih girt. Dema Engîn û xwîşka wî diçûn dibistanê, Engîn qeza derbas kir û demeke dirêj di nav cihan de ma. Bi qasî sal û nîvê, piştî çend emeliyatan bi ser xwe ve hat. Dema hinekî baş bû, xwest biçe Kolnê, min tu wate nedabû vê xwestekê, lê min destûr dayê. Dema diçe Kolnê dîsa dest bi xebatan dike. Piştî dibistana navîn di beşa elektronîkê de dest bi zaningehê kir. Dema li zaningehê dixwend xebatên xwe dewam dikirin û hê zaningeha wî xelas nebûyî, bêyî ku bibêje lingê min seqet e çû Başûr bû. Piştî ku Engîn çû Başûr, di demeke kurt de me bi hev re têkilî danî. Carinan dihat Ewrûpayê û diçû.”
’Engîn jiyana azad a bi zanebûn e’
Xwîşka Engîn, Cennet Sîncer jî got, “dema navê Engîn tê hizra min, jiyana azad a bi zanebûn tê bîra min.” û weha dewam kir: “Di navbera mirovan de qet cudahî nedikir û kesê mafê mirovan binpê kiriba li hember wan disekinî. Her kes dixwaze birayekî wê yê wisa hebe ku pê serfiraz be. Ez bi wî serbilind im, min gelekî bêriya wî kiriye. Ez wî di xeyalên xwe de dijîm. Bêyî Engîn jiyanekê napejirînîm û najîm.” Sîncer diyar kir ku di demên dawî de li ser pirsgirêka kurd tiştên erênî pêk tên û wiha pêde çû: “ev pêşveçûnên erênî xeyalên birayê min bûn. Êdî bila tu kes negirî. Divê her kes li xwe xwedî derkeve û mafê xwe biparêze. Êdî bila mirov bi zimanê xwe, çanda xwe bi awayekî azad bijîn û tu kes negirî.”
Hesvera birayê Erdal, Fatoş Balaban jî got, wê di dawiya salên 80'ê yê de Erdal naskiriye û weha peyivî: "Gelekî zor e mirov behsa wî bike. Ew zarokek cuda bû, dizanî çi dikir, di her kiryara xwe de bi biryar bû, hertim li kesê pêşberî xwe gundar dikir. "
Engîn Sîncer kî ye?
Engîn Sîncer (Erdal) sala 1969’an li gundê Seyrantepe yê ser bi navçeya Mereşê Bazarcixê ji dayîk bû. Sala 1980’yî bi maltaba xwe re neçar ma û koçberî Elmanyayî bibe. Li Ewrûpayê tevgera azadiya Kurdistanê û PKK nas kir. Sîncer dibistana navîn û zaningeh li Elmanya xwend. Li Ewrûpayê di serî de di nava tevgera ciwanan de û li gelek waran di nava PKK’ê de xebitî. Piştî ku sala 1999’an Rêberê Gelî Kurd Abdullah Ocalan bi bêbextiyeke navneteweyî hate girtin, Sîncer di navbera Çiyayên Qendîlê û Ewrûpayê de xebatên xwe dewam kirin. Sîncer di 3’yemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd ku sala 2001’ê li Belçîkayê pêk hat, wekî serokê kongireyê hate hilbijartin û peywira berdevkiya kongreyê jî girte ser milê xwe. Sincer piştre xebatên xwe li Çiyayên Qendîlê dewam kirin û 17’ê Tebaxa 2003’yan li Qendîlê di pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê de, di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da.
DIHA/MEREŞ